- Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) di qonaxa duyem a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê ya li Kampa Holê, doh di roja 20´an a operasyonê de jineke din a Êzîdî rizgar kir.
Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) di qonaxa duyem a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê ya li Kampa Holê, doh di roja 20´an a operasyonê de jineke din a Êzîdî rizgar kir.
Şervanên YPJ'ê keça Êzîdî, Sewsen Hesen Heyder ji nava pencên DAIŞ'ê xilas kir. Hem YPJ´ê û hem jî Berdevkê QSD´ê Ferhad Şamî di ser hesabên xwe yên fermî re ev yek dan zanîn.
Di çarçoveya pêngavê de beriya bi demekê jineke din a Êzîdî, Wefa Elî Ebbas bi operasyoneke taybet hatibû rizgarkirin. Wefa Elî Ebbas pêr gihişt malbata xwe ya li Şengalê.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi piştgiriya QSD, YPG/YPJ`ê qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê dest pê kiribû.
NAVENDA NÛÇEYAN