Yolerî: Mafê Hêviyê ne mijara bazarê ye
Çarşem 30 Cotmeh 2024 - 16:00
- Seroka ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî destnîşan kir di siyasata Kurd û Tirk de Mafê Hêviyê bûye rojeva sereke, nîqaşa li ser Mafê Hêviyê ew çê dibînin û got mafê hêviyê ji bilî Rêber Abdullah Ocalan 4 hezar kesên ku cezayê miebeta girankirî xwarine jî eleqedar dike. Yolerî her wiha got Mafê Hêviyê nabe ku bibe mijara bazarê.
Seroka Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê Gulseren Yolerî têkildarî “Mafê Hêviyê” yê Rêber Abdullah Ocalan ku li Tirkiyeyê bûye mijara sereke axivî.
Mafê Hêviyê rojeva sereke ye
Yolerî diyar kir ku piştî biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya derbarê Abdullah Ocalan ku sala 2014’an derheqê “Mafê Hêviyê” standî ev yek ketiye rojeva siyaseta Kurd û Tirkan jî û got ku “Mafê Hêviyê” li gel Abdullah Ocalan bandorê li ser gelek girtiyên cezayê muebeda girankirî li wan hatiye birîn dike.
Nîqaşa têkilî Mafê Hêviyê çê ye
Yolerî da zanîn ku di rojên dawî de qebûlkirina tecrîdê û gengeşiya li ser “Mafê Hêviyê” ya ji aliyê desthilatdariyê ve geşedanek erênî dibînin û got: “Em gengeşekirina tecrîdê û cihgirtina wê di rojevê de girîng dibînin.”
Divê qanûn biguhere
Yolerî destnîşan kir pêwîst e qanûna têkildarî girtiyên ku cezayên girankirî yê muebedê li wan hatiye birîn were guhertin û got: “Mafê Hêviyê ji bo her kesî derbas dibe. Li Tirkiyeyê cezayê mubeda girankirî li nêzî 4 hezar kesî hatiye birîn, mafê hêviyê ji bo wan jî divê bikeve dewrê û bandorê li ser wan bike. Jidestgirtina ‘Mafê Hêviyê’ binpêkirinek mafan e. Ji bo Mafê Hêviyê were bicihanîn pêwîstî bi guhertina qanûnî heye û bi vê guhertinê pêkan e. Heke guhertina qanûnî bê kirin jî bi awayek xwezayî hemû kesên di vê çarçoveyê de ceza wergirtine, wê sûdê ji vî mafî werbigire. Ji bo mafê hêviyê were bicihanîn pêwîste hem di Qanûna Têkoşîna bi Terorê re û hem jî Qanûna Înfaza Ceza de guhertin bê kirin.”
Mafê Hêviyê mafekî bingehîn e
Yolerî anî ziman ku mafên bingehîn ên mirovan ên wekî "Mafê Hêviyê" di bin tu şert û mercan de nabe ku bibe mijara bazariyê û got: "Li vir em behsa mafê jiyana azad û bi rûmet dikin. Divê ev mafên mirovî bi muameleya xerab re rû bi rû nemîne. Yanî em bi eşkere û girîngî destnîşan dikin ku divê ev mafên bingehîn nebin mijara bazariyê. Mehrûmkirina ji mafê hêviyê tê wateya bêparkirina ji mafên herî bingehîn ên mirovî.” ESRA SOLÎN DAL/ MA/STENBOL