Parlamentoya Iraqê di dawiyê de karî pêşnûmaqanûna budceyê erê bike. Di nava bendên erêkirî yên budceyê de madeya 14´an jî heye ku di warê dahata ji petrolê de erka çavdêriyê dide Bexdayê. Xala 8´an a vê madeyê di navbera fraksiyonên PDK û YNK´ê bû sedema minaqeşeyên dijwar. Minaqeyên li ser vê xala madeyê bêhtirî saetekê dewam kir. 

Ev budceya 3 salan a Iraqê bi giştî ji 68 madeyan pêk tê û heta doh êvarê 17 madeyên wê hatin erêkirin.  

Rûniştina pêr heta doh berê sibehê saet 02:30´î dewam kir. Sedema sereke jî li hevnekirin û minaqeşeyên li ser madeya 14´an bû. Doh saet 13:00´an rûniştinên li ser budceyê ji nû ve dewam kirin.

Madeya 14´an ji ber minaqeşeyan 5 caran ji aliyê Komîsyona Darayî ve hat guherandin.

Di benda a ya xala 8´an a madeyê, li ser mûçeyên karmend û xanenişînên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bû .

Di benda b ya heman xalê de dibêje, heger benda (a) neyê bicihanîn, tedbîrên pêwîst wê bên girtin, wezîfeya fînansekirina parêzgehan jî dikeve ser milê Serokwezîrê Iraqê.

Ev benda hanê nexasim li ser israra YNK´ê hat qebûlkirin. Yanî heger Hikûmeta Hewlêrê mûçeyan nede, Hikûmeta Iraqê dikare rasterast mûçeyên parêzgehan ji budceya Hewlêrê bibirre û bi vî awayî rasterast bi Hewlêr, Dihok, Silêmanî û Helebceyê re peywendiyên xwe hebe. PDK li ber vê xalê rabû, lê YNK´ê destek dayê. Mirov dikare vê bendê weke operasyona bypasskirina Hewlêrê di warê misogerkirina dayîna mûçeyan li parêzgehên di bin kontrola YNK´ê şirove bike. Gelo ev destpêka guherîn yan jî jihevdeketina nîzama federe a “Herêma Kurdistanê” li Iraqê? Bersiva vê pirsê wê di nava vê salê de bibe meseleya herî muhim a li Başûrê Kurdistanê.

BEXDA