Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) û Tevgera Goran wê bi lîsteyek hevbeş tevlî hilbijartina Parlamentoya Iraqê bibin û Hevserokê Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) Lahur Şêx Cengî serokatiya lîsteyê bike.
YNK û Tevgera Goran di 10’ê Cotmeha 2021’ê de bi yek lîsteyê tevlî hilbijartinê dibin. Navê lîsteya wan “Hevpeymana Kurdistanê’ ye. Pêr bi fermî li Komîsyona Bilind a Hilbijartinê ya Iraqê tomar kir û hate erêkirin.
Li aliyê din, di serî de PDK û partiyên din ên Kurdistanî bi serê xwe beşdar dibin û ev yek hêza Kurdan a li Bexdayê qels dike.
ROJNEWS/SILÊMANÎ