Berdevkê cihgirê serokwezîrê hikûmeta Hewlêrê yê ji aliyê YNK´ê Qubad Talebanî, Semîr Hewramî bi daxuyaniyekê ragihand ku tîma YNK’ê ya di nav hikûmetê de wê tevlî civîna desteya wezîran bibe. Ji mêj e ku YNK´ê ev civîn boykot dikirin. 

Derbarê civînê de Berdevkê Cihgirê Serokwezîrê Hikûmeta Hewlêrê Qubad Talebanî, Semîr Hewramî di daxuyaniyeke ji bo medyaya YNK’ê de got, tîma YNK’ê ya di nav hikûmetê de wê tevlî civîna desteya wezîran bibe.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku  ev bi mehan e, wezîrên YNK’yî yên di nava Hikûmeta Hewlêrê de, wek nerazîbûneke li dijî şêwazê birêvebirina Herêmê bi destê PDK’ê, tevlî civînên Hikûmeta Hewlêrê nedibûn.

NAVENDA NÛÇEYAN