YJK-E'yê ji bo 8'ê Adarê bang kir
Pêncşem 6 Adar 2025 - 03:20
Yekîtiya Jinên Kurd a li Elmanyayê (YJK-E) xwedî li 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derket û bang li jinên li Elmanyayê kir ku beşdarî çalakiyên 8'ê Adarê bibin.
Di daxuyaniya de hate gotin, "Jin li hemberî bindestiya bi hezaran salî 8'ê Adarê weke mîlada raperînê dibînin. Em di 8'ê Adarê de bi dirûşma Jin, Jiyan, Azadî li qadan e."
TJK-E'yê ragihand ku têkoşîna jinê gerdûnî bûye, têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd rê li ber sedsala 21'ê dixe û destnîşan kir ku jin li dora felsefeya 'Jin, Jiyan, Azadî' xwe bi rêxistin dikin û li hemberî desthilatdariyên bi serweriya mêr şerê nasname û azadiyê dimeşînin.
Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Çalakiyên îsal ên 8'ê Adarê divê bibin çalakiyên bilêvkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, xwedîderketina li azadiya wî. Di sedsala 21'ê de têkoşîna azadiyê ya jinê yekser bi xeta azadiyê ya jinê û paradîgmaya Rêber Apo ve girêdayî ye. Weke YJK-E'yê em dibêjin ku em ê xwedî li 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' a Rêber Apo derkevin, têkoşîna xwe ya avakirina civaka demokratîk û aştiyê ya bi pêşengiya jinê mezin bikin. Em biryardariya xwe dubare dikin ku em ê azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe bikin esasê karên xwe.
Em bang li jinên li Elmanyayê dikin ku bi dirûşma 'Doh jî îro jî sibehê jî her tim şoreşa jinê' tevlî çalakiyan bibin."
ANF/NAVENDA NÛÇEYAN