- Di çalakiyên ji bo pîrozkirina 15'ê Tebaxê Cejna Vejînê de, 10 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin.
Di çalakiyên ji bo pîrozkirina 15'ê Tebaxê Cejna Vejînê de, 10 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin. Droneyek, klûbeyek, kamerayek û mobesseyeke dagirkeran hatin îmhakirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê got, "Di çalakiyên ji bo pîrozkirina 15'ê Tebaxê, Cejna Vejînê de 10 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, droneyek, klûbeyek, kamerayek û mobesseyeke dagirkeran hatin îmhakirin. Artêşa Tirk a dagirker jî Qadên Berxwedanê 10 caran bi bombeyên taktîk nukleer û çekên kîmyewî, 13 caran bi balafirên şer, 11 caran bi helîkopterên êrişê û bi dehan caran jî bi çekên giran bombe kir.”
HPG´ê kite bi kite wiha behsa çalakiyan kir:
Li Avaşînê
14'ê Tebaxê saet di 05:00 de li Qada Berxwedanê ya Werxelê kamerayeke mayinkirî ya li ser çeperên şer, ji aliyê hêzên me ve hate tespîtkirin û bi rengekî profesyonel hate îmhakirin.
Li Zê (Zapê)
13'ê Tebaxê saet di 08:20’an de dagirkeran berê xwe dabû çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Sacayê, tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê bi sabotajê derb li wan xist. Di encamê de 4 dagirker hatin cezakirin. Saet di 08:30'î de jî careke din bi sabotajê li dagirkeran hate xistin.
13'ê Tebaxê saet di 18:50'î de droneyeke li ser Qada Berxwedanê ya Çemçoyê digeriya, ji aliyê tîmên me yên bi tevger ve hate îmhakirin.
13'ê Tebaxê saet di 23:30'î de li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê, hêzên me li helîkoptereke Skorsky xist, wê dixwest hêzên dagirker li qadê deyne. Piştî vê destwerdanê, helîkopter bêyî ku hêzan deyne ji qadê çû.
14'ê Tebaxê saet di 06:00 de li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê, dagirkeran hewl da çeperên şer bi droneyan bombe bikin. Piştî destwerdana hêzên me drone neçar man ji qadê biçin.
Li Metînayê
13'ê Tebaxê saet di 07:30'î tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê derb li qereqola li Kanî Masî ya li Metînayê xistin.
Hêzên me klûbeyeke dagirkeran îmha kirin û 2 dagirkerên tê de ceza kirin. Hêzên YJA Starê piştre jî li dagirkerên hatin meydanê xist û dagirkerekî din ceza kir, dagirkerek jî birîndar kir. Sîstemeke kamera ya mobesse jî di çalakiyê de hate îmhakirin.
13'ê Tebaxê saet di 14:40'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî tîmên me yên bi tevger bi sekvaniyê 3 dagirker ceza kirin.
13'ê Tebaxê saet di 13:10'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê, dagirkeran dixwest bi bombeyên taktîk nukleer û çekên kîmyewî bombeyan li çeperên şer ên li Girê Şehîd Pîrdogan bibarînin; tîmên me yên bi tevger bi çalakiyê li wan xist. Piştî destwerdana hêzên me, dagirker neçar man gavekê vekişin.
13'ê Tebaxê saet di 22:05'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi sabotajê derb li dagirkeran hate xistin û van dagirkeran berê xwe dabû çeperên şer ên li Girê Şehîd Pîrdogan.
BEHDÎNAN