Gerîlayên YJA Starê li devera Girê Kato ya herêma Metînayê bi çekên giran derb li çeperên dagirkeran xistin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser mijarê daxuyaniyek da û got, "Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de li herêma Metînayê;
21'ê Tebaxê saet di 17:00´an de li devera Girê Katoyê, hêzên me yên YJA Starê bi çekên giran li çeperên dagirkeran xistin. Di çalakiyê de bi rengekî serketî li hedefên hatin diyarkirin, hate xistin.
Artêşa Tirk a dagirker dema dawî li herêma Metînayê, obus û hawan li bax û baxçeyên xelkê me yê Başûrê Kurdistanê dibarîne, bi taybetî dema ku xelkê sivîl li herêmê ne vê yekê dike.
Li herêmên Avaşîn û Zapê; 21'ê Tebaxê tunelên şer ê li devera Girê Sor bi çekên giran û teqemeniyan hatin bombekirin.
21'ê Tebaxê saet di navbera 00:30-01:30'î de tunelên şer ên li qada Werxelê 4 caran bi teqemeniyan hatin bombekirin.
21'ê Tebaxê saet di navbera 21:00-23:00 de li herêma Zapê devera Tîpa T bi helîkopterên êrişê hate bombekirin.
22'ê Tebaxê saet di navbera 03:00-03:30'î de li herêma Zapê qada Çemço ji aliyê qereqolên li ser sînor ve bi obusan hate bombekirin."
BEHDÎNAN