• HPG'ê ragihand ku di pênc çalakiyên cuda yên gerîlayan de herî kêm 6 leşkerên Tirk ên dagirker hatine kuştin, çeperek hatiye îmhakirin.

HPG'ê ragihand ku di pênc çalakiyên cuda yên gerîlayan de herî kêm 6 leşkerên Tirk ên dagirker hatine kuştin, çeperek hatiye îmhakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê de hate gotin, "Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê, di 5 çalakiyên cuda de herî kêm 6 dagirker ceza kirin, çeperekî çeka giran û sîstemeke kamera îmha kirin. Artêşa Tirk a dagirker Qadên Berxwedanê 5 caran bi bombeyên taktîk nukleer û çekên kîmyewî, 6 caran bi helîkopterên êrişê, 10 caran bi balafirên şer û bi dehan caran jî bi obus, hawan û çekên giran bombe kir.”

HPG´ê kite bi kite wiha behsa çalakiyên gerîla kir:

Li Xakurkê

27'ê Tebaxê saet di 10:00 de li qada Girê Şehîd Derwêş ê Xakurkê, tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê bi çekên giran li çeperên dagirkeran xistin, derb li çepereke çeka giran xistin û 5 dagirkerên li dorê ceza kirin, çepera çeka giran îmha kirin.

Li Zê (Zapê)

27'ê Tebaxê saet di 07:20’an de li Qada Berxwedanê ya Sacayê, tîmên me yên bi tevger bi çekên ferdî li dagirkeran xistin ku berê xwe dabûn çeperên şer.

27'ê Tebaxê saet di 20:00´an de li Qada Berxwedanê ya Çemço bi çekên giran li dagirkeran hate xistin ku ber bi çeperên şer ve diçûn. Bi derbên tîmên me yên bi tevger re dagirker neçar man gavekê vekişin.

Li Metînayê

27'ê Tebaxê saet di 15:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi rêbaza sekvaniyê dagirkerekî payebilind hate kuştin.

27'ê Tebaxê saet di 16:00 de sîstemeke kamera ya ku dagirkeran li dora çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi cih kiribûn, ji aliyê tîmên me yên bi tevger ve hat îmhakirin.

BEHDÎNAN