Gerîlayên YJA Starê ji bo bibîranîna Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê çalakî li dar xistin. Di van çalakiyan de 4 dagirker hatin cezakirin, 2 kozik û 2 kamerayên mobesse hatin îmhakirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîlayan daxuyanî da. HPG'ê ji bo çalakiya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê yên li Metînayê got, "13'ê Tîrmehê saet di 07:30'î de li dijî dagirkerên li Girê Azad ji du baskan ve çalakiyek hat lidarxistin. Baskê destpêkê yê çalakiyê ji nêz ve li 2 kozikên dagirkeran xist. Li vir 3 dagirker hatin cezakirin, 2 kozik hatin îmhakirin. Baskê duyemîn jî li 2 kamerayên mobesse yên li ser gir xist û ew îmha kir.
Hêzên me yên YJA Starê ev çalakî ji bo bîranîna 'Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê' li dar xistin, bi giştî 3 dagirker ceza kirin, 2 kozik û 2 kamerayên mobesse jî îmha kirin."
HPG´ê ji bo çalakiya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê ya li Avaşînê jî got, "Hêzên me yên YJA Starê 1'ê Hezîranê saet di 13:00'î de li qada Tabûra Ereban li dijî dagirkeran çalakiyeke xurt kirin. Di vê çalakiyê de herî kêm dagirkerek hate cezakirin."
BEHDÎNAN