- Tîmên bi tevger ên YJA Starê ji bo hilanîna tola Bêrîvan Zîlan li Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara Operasyona Şoreşgerî li dar xistin.
Tîmên bi tevger ên YJA Starê ji bo hilanîna tola Bêrîvan Zîlan li Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara Operasyona Şoreşgerî li dar xistin. Di encamê de 17 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, derb li wesayîteke zirxî hate xistin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG'ê got, "Bi pêşengiya tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê, ji bo hilanîna tola ji pêşengên tevgera me ya azadiyê hevrêya me Bêrîvan Zîlan li Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara Operasyoneke Şoreşgerî hate lidarxistin. Hêzên me yên YJA Starê bi vê çalakiya tolhildanê ya destanî, careke din nîşan da ku hêza parastina rewa ne. Di çalakiyên hêzên me de 17 dagirker hatin cezakirin, dagirkerek birîndar bû û derb li wesayiteke zirxî hate xistin. Artêşa Tirk a dagirker Qada Berxwedanê 12 caran bi bombeyên taktîk nukleer, çekên kîmyewî û gazên îsotê, 7 caran bi helîkopterên êrîşê, 4 caran bi balafirên şer û bi dehan caran jî bi obusan bombe kir."
HPG'ê kite bi kite wiha behsa çalakiyên gerîla kir:
Li Zê (Zapê)
23'ê Tebaxê serê sibehê li Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara, tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê dagirkerên dixwestin tevbigerin xistin bin kontrolê û dest bi operasyoneke şoreşgerî kirin. Hêzên me ji 3 baskan ve bi çekên ferdî derb li wan dan û 11 dagirker ceza kirin, yek jî birîndar bû. Dagirkeran xwest piştî çalakiyê kuştiyên xwe ji qadê bibin. Hêzên me vê carê jî bi sekvaniyê li dagirkeran xist û 2 dagirkerên din ceza kirin. Ji ber serweriya tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê yên li qadê, dagirkeran xwest kuştiyên xwe bi wesayitên zirxî ji qadê bibin. Di çalakiya sabotajê ya dijî wesayitên zirxî de jî derba giran li wesayiteke zirxî hate xistin. Piştî vê çalakiyê wesayitên zirxî neçar man vekişin. Ji ber vê çalakiya xurt, dagirker neçar man li qadê belav bibin û vê carê jî danê êvarê bi sekvaniyê 2 dagirkerên din hatin cezakirin.
Li vir 15 dagirker hatin cezakirin, dagirkerek birîndar bû û derb li wesayiteke zirxî hate xistin. Cenazeyên dagirkerên hatine cezakirin li qada di bin kontrola hêzên me de ne.
23'ê Tebaxê saet di 07:10'an de li Qada Berxwedanê ya Saca, bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.
23'ê Tebaxê saet di 08:30'î de li Qada Berxwedanê ya Çemço, tîmên me yên bi tevger li dagirkeran xistin ku berê wan li çeperên şer bû. Di encamê de 2 dagirker hatin cezakirin.
Baz Mordem şehîd bû
HPG´ê wekî din da zanîn ku gerîla Baz Mordem 4´ê Tebaxê ji ber nexweşiyê şehîd bûye: "4'ê Tebaxa 2022'an li çeperên berxwedanê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê, hevrêyê me Baz Mordem ji ber nexweşiyekê şehîd bû. Em sersaxiyê ji malbata wî ya hêja re, ji tevahiya gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.”Nasnameya şehîdî wiha hat eşkerekirin:
- Baz Mordem (Mehmet Can Evren) ê li Amedê ji dayik bûye, kurê Sûltan û Mehmet, 4’ê Tebaxa 2022´yan li Avaşînê şehîd bû.
BEHDÎNAN