YJA Starê 13 dagirker ceza kirin

Pêncşem 6 Tebax 2020 - 15:47

  • Di çarçoveya Pêngava Cenga Heftanînê de gerîlayên YJA Starê çalakî li dar xistin. Di çalakiyan de 13 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin.

Di çarçoveya Pêngava Cenga Heftanînê de gerîlayên YJA Starê çalakî li dar xistin. Di çalakiyan de 13 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser mijarê daxuyaniyek weşand.
Daxuyanî wiha ye:
"Hêzen YJA Starê 5'ê Tebaxê li dijî yekîneyeke artêşa TC a dagirker a li navbera Tepê Dûpişkê û Tepê Şehîd Berîvan çalakiyek kirin. Di vê çalakiyê de yek jê payebilind bi giştî 9 leşkerên dijmin hatin cezakirin, 6 leşker jî birîndar bûn.
Hêzên gerîla li Girê Şehîd Berxwedan ê li qada Xantûrê li dagirkeran xistin. Di vê çalakiyê de ku derb li kozikeke dijmin hate xistin, kozik hate îmhakirin û 4 leşkerên dijmin hatin cezakirin.
Balafirên şer ên artêşa TC a dagirker bombe li herêma Zê barandin. Di bombebarana 5'ê Tebaxê li qadên Cîlo yê biçûk, Kurêjaro û Çemço, û 6'ê Tebaxê li qada Cîlo yê biçûk de ti tişt bi hêzên gerîlla nehat."

ANF/BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.