Navenda Ragihandin û Çepemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrişên dagirkeriyê daxuyaniyek da. Ji bilî agahiyên li ser çalakiya hêzên hewayî ya li dijî baregeha jetan a dewleta Tirk a li Amedê, çalakiyên mayî ev in:
“Agahiyên li ser çalakiyên Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê jî wiha ne:
Hêzên me yên YJA Starê, 18’ê Gulanê saet 10:30’î li dijî dagirkerên li devera Dola Konferansê ya li Herêma Avaşînê çalakiyeke sekvaniyê kir. Li vir dagirkerek hate cezakirin.
Hêzên me yên YJA Starê, 19’ê Gulanê saet 09:30’î li dijî dagirkerên ku xwestin bikevin tunelên şer ên Dola Maran a Herêma Avaşînê çalakiyek kir. Di vê çalakiyê de ji nêz ve li dagirkeran hat xistin, dagirkerek hat cezakirin.
9’ê Gulanê artêşa Tirk a dagirker li herêma Cûdî operasyonek da destpêkirin. Ev operasyon li Navsera Cûdî, Qesabxane, Helena Pîr, Girê Çolya û Bilûrvan hatiye kirin. Di 13’ê Gulanê de dema ku 2 hevrêyên me li ser peywira xwe bûn, qada Bilûrvanê bi balefirên şer hatiye bomberdûmankirin. Her du hevalên me teknîka dijmin pûç kirine, bi silametî xwe gihandina tîma xwe. Di vê operasyonê de tiştek bi hêzên me nehatiye."
BEHDÎNAN