Berdevkê Nûnerê Bilind ê Yekitiya Ewrûpayê (YE) Josep Borrell, Peter Stana, têkildarî zextên li ser HDP’ê daxuyanî da. Stana, da zanîn ku ew ji ber girtinên HDP’iyan, tayînkirina qeyûman a ser şaredariyên HDP’ê û hewldanên rakirina destnedayîna parlamenterên HDP’ê bi fikar in û “Divê Tirkiye, ji mafên mirovan re û serweriya hiqûqê re rêz bigire û di serî de azadiya rêxistinbûna siyasî a pergal demokratîk ewle bike.”
Hûn ne bi tenê ne
Endamê Polîtbûroya Tifaqa Sosyalîst a Gel a Misrê destek da HDP'ê û got, "Hûn ne bi tenê ne!"
Habaşî diyar kir zexta weke ya li ser HDP'ê li Misrê li ser wan jî heye, û ew difikirin ku HDP her cure desteka exlaqî, siyasî û piştevaniyê heq dike. Habaşî bi bîr xist ku alîkarê serokê partiya wan Abdel Naser Ismaîl jî 18 meh in girtî ye û ji gelek partiyên din jî siyasetmedar girtî ne. Habaşî bang li HDP'yiyan kir û got,''Serbilind bin! Hûn ne tenê ne û em bi hev re qet ne kêm in.''
Habaşî her wiha alîkariya seroktiya Forûma Ji bo Cîhanê Alternatîf (WFA) a Dakarê dike û endamê Navenda Lêkolînê ya Ereb-Efrikî (AARC) ye jî.
NAVENDA NÛÇEYAN