Li Başûrê Kurdistanê, Beşa Şûnwaran da zanîn ku wan li Dihokê kevirekî kîtabe yê bêhtirî du hezar salan dîtiye. Midûrê Muzeya Dihokê, Hesen Ehmed dibêje, "Komeke kolana arkeolojîk ji Muzeya Dihokê û Rêxistina Arkeolojiyê ya Kurdistanê Adara bihurî li ser girên Balyoz ê deh kîlometroyan li rojavayê Dihokê, li devera Semelê lewheyeke kîtabe dîtin."
Di encama lêkolîna ji hingêve li ser vî kevirê hanê tê kirin, derketiye holê ku ku kevir ji sala 165ʼan beriya mîladê maye û nivîsa li ser jî Yewnaniya kevin e. Yanî piştî dagirkeriya Skenderê Zilqurneyn bi 158 salan.
Hesen Ehmed diyar kir ku lêkolînerên wan metna li ser kîtabeyê hemû wergerandiye Kurdî û dîtine ku kîtabe behsa Demetriyûs dike, yê ku hingê waliyekî Yewnana Kevin li herêmê bû.
Hesen Ehmed wekî din dide zanîn ku di encama vê kişfkirinê de ew ê hin kolanên din ên arkeolojîk bi rê ve bibin.

DIHOK