- Gelo Êzîdiyek çawa wê karibe tê bigihêje ku kesên Êzîdxan radest kirin û kesên ferman pêk anîn û kesên Enfal pêk anîn û kesên niha gefan li Şengalê dixwun, hemû xwediyê heman fikrê ne.
DILŞAD XOŞNAW
Ew kesên duh bi hewara "elahu ekber" bi awayekî hovane û veşartî hatin qetilkirin, îro li alaya "elahu ekber" pêçayî û li ber çavên tevahiya dinyayê careke din tên qetilkirin.
Ew merasîma ku pêr li paytexta Iraqê Bexdayê bi rê ve çû û di ragihandinên Iraqê û herêma Kurdistanê de bi şanazî hat belavkrin, paşê jî li Êzîdxanê dîsa weke şanazî hat nîşandan. Tê payin ku gelek kes wisa bihizirin ku ev rêzgirtineke şayesteya hikûmeta Iraqê ya ji bo wan kesên bûne berdêla fikrê reş ên çeteyên DAIŞ’ê.
Heger em hûrtir lê temaşe bikin û xwe bikin şûna Êzîdîyekî cangorî û bi çavekî din li van merasîm, ala û hikûmeta Iraqê binihîrin, em ê bigihêjin vê encamê ku ew ên ku di fermana 3´yê Tebaxa 2014´an de hovane û di bin alayeke reş û bi hewara "elahu ekber" veşartî hatin qetilkirin, niha piştî heft salan, di bin alayeke rengîn bi heman hevokê eşkere û bi bê şermî û bi fermî li ber çavên ragihandinên cîhanê careke din tên qetilkirin.
Êzîdiyên Gundê Koço û Êzîdxanê, bi destê hinek kesan hatin qetilkirin ku alayeke reş tarî wek dilê xwe hil kiribûn. Bi hêviya wergirtina heftê û heft horîyên li beheştê ya li gel kuştina her Êzîdîyekî bi qîrîna "elahu ekber", îro li Bexdayê, li alayekê pêçayî bûn. Em behsa wê alayê dikin ku dîktator, kujer û dilreşekî weke Sedam Huseyin heman hevoka "elahu ekber" li ser wê nivîsandibû.
Di fermana dawiyê de ku bi ser Êzîdiyan hat, çeteyên DAIŞ’ê ji bo bigihêjin hêviyên xwe yên reş, bi sedan ciwanmêrên Êzîdiyan bê hêvî kirin û xistin qebrên komî û bi hezaran kalemêr û dayikên Êzîdiyan çav li rêyên vegerên zaroyên xwe hiştin, tevî mal û daraya wan, bi hezaran jin jî bi "ma meleket îmanekum" revandin û tevî destidrêjiyan jî li bazarên xwe kirrîn û firotin.
Îro bi heman şêwazî cangorî, li ser navê rêzgirtinê û bi bê şermî li alayekê tên pêçan ku di bin wê de ciwanmêr, kalemêr û jnên Kurd di sala 1988’an de hatin enfalkirin.
Hikûmeta Iraqê bêyî vegera Êzdiyan li gel hikûmeta PDK’ê peymaneke qirêj li ser Şengalê mohr kir. PDK tevî kom û cebilxaneya xwe reviya û Êzîdxan hemû radestî hevpeymana xwe kir. Ji bo Êzîdiyekî, qey çi cudahiya di navbera DAIŞ’ê û hevdestên wan de hene?
Gelo xizmên wan cangoriyên bi qîrîna “elahu ekber” hatin qetilkirin niha çi hîs dikin ku zarokên wan li alayekê tên pêçan ku heman hevok li ser wê hatiye nivîsandin.
Gelo Êzîdiyek çawa wê karibe tê bigihêje ku kesên Êzîdxan radest kirin û kesên ferman pêk anîn û kesên Enfal pêk anîn û kesên niha gefan li Şengalê dixwun, hemû xwediyê heman fikrê ne.