• Navenda Yekpar, bi xebat û çalakiyên hunerî û çandî hewl dide mîrateya çandî ya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zindî bike. Li gorî endamên navendê, armanca Yekpar ew e ku piştgiriyê bide ciwanan û rista ciwanan a di warê çand û hunerî de çalaktir bike.

EBÎR MUHEMED / NÛJÎNHA / QAMIŞLO

Koma Yekpar sala 2021’ê hat avakirin, bi piştgiriyê dide ciwanên ji herêmên cuda ji bo vejandina mîrateya çandî ya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê; kom ji xwe bi vê armancê hat avakirin. Koma yekpar bi awayekî kûr li rêûresmên kevn dikole û bi belgekirina van rêûresman dadikeve. Ew bi rêya belgefilm û klîpan vî karî dibe serî û dixebite. Di vê komê de gelek ciwan cih digirin û ev kar bi destê van ciwanan pêk tên. Piştî demekê, ciwanan pêdivî pê dît ku ji bo kar û xebatên xwe navendekê vekin ku her heft rengên huner bihewîne. Tîrmeha sala 2023’yan Navenda Yekpar bi awayekî fermî hat vekirin.

Rojda Yasîn stranbêjeke ciwan e ji bajarê Qamişloyê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li Zanîngeha Rojava dixwîne, di heman demê de di Navenda Yekpar de rêveber e û perwerdeya zimanê Ingilîzî dide endamên navendê. Rojda, bi çawaniya avakirina Yekpar dest bi axaftina xwe kir û got, “Ev proje bi sê kesan hat destpêkirin.  Ew sê kes ji Serê Kaniyê, Qamişlo û Hesekê bûn. Ji bo berfirehkirina projeyê û hilgirtina gelek beşan di nava xwe de, ev kom veguherî navendê.”

Perwerdeya muzîk, sînema û wênesaziyê

Rojda Yasîn da zanîn ku li navendê ev beşên hunerî hene; “Navenda Yekpar ji du beşan pêk tê, beşa rêveberiyê û beşa hunerî. Beşa hunerî di nav xwe de gelek şaxan dihewîne. Yek ji wan jî beşa muzîkê ye ku tê de perwerde û kursên fêrkirina amûrên muzîkê tên dayîn. Her wiha çêkirina klîpan û lidarxistina çalakî û mihrîcanan heye. Li hêleke din, beşa sînemayê heye; di vê beşê de jî dersên ji bo perwerdeya senaryo, wênekêşî, montaj, çêkirina belgefilm û kurtefilman tê dayîn. Beşa wênesaziyê jî heye û di vê beşê de jî beşdar fêrî xêzkirina wêneyan dibin. Wekî din hin beşên me hene ew ji bo ziman in. Weke nimûne beşek ji van kursên fêrkirina zimanê Ingilîzî ye.”

Beşeke taybet ji bo zarokan

Rojda Yasîn got, li navendê beşeke taybet a parastina zarokan heye û wiha li ser peyivî: “Xebata me di vê beşê de li ser afirandina atolye û çalakiyên şahî û hunerî ji bo komên temenên cuda yên zarokan ji bo piştgirî û bipêşxistina wan e.”

Jinan bi hêztir dikin

Ya ku balê dikişîne ser Navenda Yekpar, hebûna beşeke taybet ji bo jinan e ku navend bi rêya wê armancê piştgirî û bihêzkirina jinan di warê hunerî û çandî de dike û ji bo wan atolyeyên perwerdeyê li dar dixe. Ew her wiha ji bo jinên li kampan ên ji her temenî hînî hunerên destan û hunerên din dike. Rojda Yasîn li ser beşa jinan jî got, “Me beşeke taybet ji bo jinan veqetandiye, niha komek taybet a jinan a amûra erbaneyê heye. Xebatên cuda ji bo bipêşxistina jinan tên meşandin û ev xebat wê bi awayekî berfireh dewam bikin.”

Çalakiyên lidarketî û haziriyên siberojê

Yekpar tevî ku hîna di destpêka damezrandina xwe de ye û karekî bêyî ku bedêlên madî bi dest bixe dike, di demeke kurt de xebatên balkêş dan meşandin û ev yek dihêle ku Yekpar xwedî taybetmendiyên cuda û balkêş be. Rojda Yasîn der barê cudabûna Yekparê û her wiha xebatên wê de got; “Yekpar beşdarî gelek mihrîcanan bûye û her wiha wê bi xwe jî mihrîcanek li dar xistiye. Bêguman navenda me dikare li derveyî welat konseran li dar bixe. Jixwe, ji bo zarokan jî gelek çalakî hatin lidarxistin û yek ji wan çalakiyan ji bo zarokên  bi nexweşiya penceşêrê ketî bû. Di heman demê de ji bo jinan çalakî pêk tên. Du konserên bi navê ‘Melodiyên Payîzê’ di du demsalan de pêk hatin. Her wiha bi nîşandan 60 tabloyan, pêşangeha wêneyan hat vekirin. Wekî din em ji bo siberojê jî haziriya gelek xebatên rengîn dikin. Em ê bi awayekî xurttir konser û çalakiyên hunerî li dar bixin.”

Yekpar di her warî de serketî ye

Renda Mihemed jineke ciwan e ji bajarê Qamişlo Rojavayê Kurdistanê, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Ew beriya bi mehekê hatiye navenda Yekpar ji bo ku bibe endameke wê û niha weke endama beşa şopandin û nirxandinê dixebite. Ew ji bo tevlibûna xwe ya navendê dibêje: “Ev mehek e ku ez li navenda Yekpar cih digirim, ji bo min şanaziyek e. Sedema tevlibûna min ew bû ku min dît navend di her warî de serketî ye. Bala min kişand ku heft rengên hunerî dihewîne. Ez hewl didim xwe bi pêş bixim li vê navendê.”