Yekîtiya Kurdan neçariyek e

Şemî 1 Sibat 2025 - 03:10

Hevserokê KNK’ê Ahmet Karamus têkildarî nîqaşên yekîtiya neteweyî û geşedanên dawî yên li herêmê ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku Kurd ji dema Şoreşa Rojava û vir ve modela rêveberiyeke demokratîk danîne holê ku hemû gelan digire nava xwe. Dewleta Tirk hewl dide vê modelê tasfiye bike û îşaret bi bandora dewleta Tirk a li ser HTŞ’ê kir û got:“Dewleta Tirk naxwaze Kurd di rêveberiyê de cih bigirin, Kurdan red û înkar dike.” Karamus anî ziman ku dewleta Tirk hemû derfetên xwe yên leşkerî û dîplomatîk, li ser nebûna Kurdan seferber kiriye û got:“Yekane alternatîfa Kurdan ew e ku li Rojava bi hev re tevbigerin.” Karamus bal kişand ser hevdîtina Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlum Ebdî û Serokê Giştî yê PDK’ê Mesûd Barzanî û diyar kir ku ev hevdîtin girîng e û ev nirxandin kirin:“Ya girîng ew e ku hatine ba hev, hevdîtin kirine û diyalogek pêş xistine.” 

Beriya PKK’ê jî êriş hebûn

Karamus diyar kir ku piştî vê hevdîtinê Barzanî beşdarî bernameyeke Şems TV bû ku di wir de ji bo êrîşên dewleta Tirk, hebûna PKK’ê weke hincet nîşan da û bi bîr xist ku beriya PKK were avakirin jî, êrîş li dijî Kurdan hebûn. Karamus destnîşan kir ku dewleta Tirk êrîşên xwe yên dagirkerî û qirkirinê yên li dijî Kurdan, didomîne û ev tişt got: “Kurdan ji xwe re asteng dibîne. Lewma êrîşên xwe zêde dike. Ev êrîş bi armanca qirkirinê tên kirin. Êrîşên li ser Bendava Tişrînê, parçeyekî vê yekê ne. Bi dehan sivîl hatin qetilkirin. Li Başûr jî wiha ye. Li Bakurê Kurdistanê jî tayînkirina qeyûman, girtin û binçavkirin jî parçeyekî van êrîşan e.”

Divê bi şerê taybet nexapin

Karamus îşaret bi serdana Wezîrê Karên Derve yê Tirk a ji bo Iraqê kir û da zanîn ku dewleta Tirk hîn jî hewl dide dewletên herêmê bike hevparê polîtîkayên xwe û got:’’Gelê Kurd û dostên wê, êdî bi hêsanî polîtîka û armancên dewleta Tirk dibînin. Divê ti kes bi gotinên şerê taybet ên Tirkiyeyê, nexape.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.