Yekîtiya Kurdan dikare biser bixe
Şemî 26 Tîrmeh 2025 - 03:25
Nivîskar Îhsan Colemêrgî, Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd hatiye hatiye destpêkirin nirxandin û diyar kir ku ji bo serkeftina vê pêvajoyê yekîtiya di navbera kurdan de pir girîng e. Colemêrgî diyar kir ku ew bi dil û can piştgiriyê dide "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a Rêber APO û got:"Ez siyasetmedarên kurd ên ku ev pêvajo dane destpêkirin wekî nûnerên xwe û endamên malbata xwe dibînim. Lêbelê, dema ku ez vê dibêjim, hin daxwazên min hene: Divê serê xwe netewînin; divê bi hêz bisekinin; ev jixwe tê kirin. Daxwazek din a min ev e ku hemû siyasetmedarên kurd beşdarî vê pêvajoyê bibin û ji bo Kongreya Neteweyî ya Kurd bixebitin. Tenê yekîtiya kurdan dikare di vê pêvajoyê de bibe sedema serkeftinê. Di vê der barê de hin fikarên min jî hene. Dewletên serwer ên li Rojhilata Navînê hîn jî ji bo vê aştiyê ne amade ne. Hin hêzên serdest ên dibêjin ew li kêleka kurdan in, di dawiya hefteyê de hema bêje tên wê astê ku dibêjin 'Divê kurd çekên xwe deynin û teslîmî ereban bibin.' Ev rewş pir caran baweriyê nade mirovan. Yekîtîya kurdan a em dixwazin ne ya di rewşa heyî de ye. Hêzên kurd hin gavan diavêjin, lê di pratîkê de, ew çênabe. Divê kurd bibin yek û peyama xwe bi tundî bigihînin dost û dijminan. Ger ew vê bikin, her kes dê baweriya xwe bi vê hêzê bîne. Wekî din, meclisa Tirkiyeyê ji bo vê pêvajoyê ne pir amade ye û beşeke pir neteweperest li dijî wê ye. Komîsyonek hatiye avakirin û pêşveçûna wê divê were şopandin. Divê em di nav komîsyonê de pir girîng û bihêz bin."
Divê herkes piştgiriyê bide pêvajoyê
Colemêrgî destnîşan kir ku divê kurd di vê pêvajoyê de hişyar bin û got:"Ji bo afirandina civakeke demokratîk, divê em hemû pir jêhatî û zana bin. Divê her kurd û kadroyek xwe pêş bixe û hişmendiyekê bi dest bixe ku civakê seferber bike. Divê di ziman, çand, huner, siyaset, dîrok û avakirina paşerojê de pir çalak be. Ger ev yek bi ser bikeve, bê guman ew ê civakê jî azad û demokratîk bike. Veguherandina civakê tenê bi hişyarkirina civakê dikare were bidestxistin."
Colemêrgî diyar kir ku di tevahiya dîrokê de her destê ku ji aliyê siyasetmedarên kurd ve hatiye dirêjkirin, li hewayê hatiye hiştin û got:"Konjonktura li Rojhilata Navînê tam wekî ku em dixwazin pêşve diçe. Dema ku em civaka xwe demokratîk dikin, divê em dostaniya xwe bi dewletên serwer re jî xurt bikin. Ev jî erkeke dîrokî ye ji bo siyasetmedarên me. Ev tenê bi hewldanên rêxistinî yên xurt dikare were bidestxistin. 32 sal in kurd li Başûrê Kurdistanê serdest in, lê PDK û YNK xwedî hêzên cuda ne. 10 meh in hilbijartin pêk hatine, lê hîn hikûmet nehatiye avakirin. Ev rewş bi tena serê xwe jî nîşan dide ku kurd ji yekîtiyê çiqas dûr ketine. Divê partiyên kurdî li çar parçeyên Kurdistanê berjewendîyên xwe yên kesane û herêmî bidin aliyekî û berjewendîyên neteweyî yên kurd bidin pêşiyê. Divê em, wekî rewşenbîr, nivîskar, rojnamevan û siyasetmedar vê yekê bizanibin û şev û roj ji bo bidestxistina vê yekîtîyê bixebitin. Wekî nivîskarekî kurd, ez xwe berpirsiyar dibînim û diyar dikim ku ez ê berprisiyariya xwe bi cih bînim. Yekîtî pêdivîyek e." Colemêrgî ji her kesî xwest ku piştgiriyê bidin pêvajoyê û got:"Tekane daxwaza me ev e ku nûnerên me serî netewînin û li ser rêya xwe bimeşin. Tenê daxwaza min ew e ku berî mirinê yekîtiya kurdan bibînim."
MA/ADNAN BÎLEN