Hillary Waters Fayle hunermendeke ku bi ta û derziyê karê xwe dike. Ev hunermenda ji Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê bi karekî gelekî hesas û nazik dadikeve: Ew pelên daran bi ta û derziyê dineqişîne. Ji bo berhemên xwe yên vê koleksiyona pelên daran ên neqişandî ew dibêje, “Ev koleksiyona pelên daran ên neqişandî, esas şabaşa ji wê yekê re ka gava mirov dilovan û baldar dikare çi tiştên ezîm çêke.”
Ji bo karê xwe jî ew dibêje, “Ez materyal û pêvajoyên ku yekbûna mirovahiyê û dinyaya fizîkî îfade dikin, tînim cem hev. Pirraniya caran ez vê bi rêûresmên cawkeriyê û materyalên botanîk dikim.”
NAVENDA NÛÇEYAN