Yekane rojev rakirina tecrîdê ye
Sêşem 14 Çile 2025 - 03:05
DBP’ê 7’emîn Kongreya xwe ya Asayî li Navenda Bazirganiyê ya Cîhanê ya li Enqenreyê li dar xist. Di encama dengdanê de hevserokên heyî Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir dîsa hatin hilbijartin. Jinan piştî kongreyê diyar kirin ku wê di her şert û mercî de li qadan bin û ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan û gelê Kurd têbikoşin.
Em ê têkoşînê bidomînin
Hevseroka DBP’ê ya Êlihê Mehdiye Demîr diyar kir ku kongreya wan baş û tije derbas bûye û got:“Hevserokên me peyamên xurt dan. Vê kelecanek mezin afirand. Heyeta bi serokatiyê re hevdîtin kir hêzê dide me. Daxwaza me ev e ku tavilê aştî pêk bê. Hêviya me eve ku ev pirsgirêka çareser bibe û gelê me azad bibe.” Mehdiye Demîr daxuyakirin ku li Rojava şerê qirêj tê meşandin û got:“Em şerê li hember Rojava şermezar dikin. Lanet dikin. Hêvî û daxwaza me ev e ku Rojava demildest azad be û ev şer bi dawî bibe.”
Li Rojava mirov tên qetilkirin
Hevseroka DBP’a Sêrtê Muazzez Bulga jî balkişand ser azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û got:“Yekane rojeva me azadiya birêz Abdullah Ocalan e. Me 7’emîn kongreya xwe pêk anî. Kongre pir baş derbas bû.Her çiqas destilatdarî destê xwe bide jî tecrîd didome. Şer didome. Hîna li Rojava mirov tên qetilkirin.” Hevseroka DBP’a Dîlokê Candan Yavuzer jî destnîşan kir ku ji bo kongreyê hatine gel hev û got:“Beriya her tiştî daxwaza me rakirina tecrîdê ye. Wek hevserokên me gotin em ê her tim li qadan bin. Em ê çalakiyên xwe bidomînin.”
Endama Meclîsa DBP’a Dîlokê Zubeyde Ugurlu jî got:’’Kongreyek xurt pêk hat. Tevlibûnek xweş hebû. Em ê vê demê xebatên xwe hîn bêtir xurt bikin. Bêguman rojeva sereke rakirina tecrîdê ye. Em ê di vî alî de xebatên xwe bimeşînin.”
JINNEWS/ENQERE