Yek rê tenê heye

Pêncşem 4 Gulan 2023 - 15:33

  • Cemîl Bayik hilbiajrtina 14´ê Gulanê nirxand û got, divê êdî her kes heta jê tê bixebite. Bayik xwest dirûşma hilbijartinê  bi vî rengî be: Yek rê tenê heye ew jî ya Partiya Çep a Kesk e.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik ji rojnameya Serxwebûnê re hilbijartina 14'ê Gulanê ya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê nirxand. Bayik got, "AKP-MHP hevrikên xwe weke dijmin dibîne ku divê bên tinekirin. Ji ber vê yekê her rê û rêbazê diceribîne."

Bayik wiha behsa sosretiya vê hilbijartinê kir: "Dîktator hilbijartinê nakin! AKP-MHP jî bi heman ferasetê ne. Tenê li gorî şerê taybet ji bo xapandina cîhanê û civakê dixwazin weke ku hilbijartinê dikin, tevbigerin. Lê belê armanca wan ew e ku bi her rê û rêbazê desthilatdar bimînin. Ji lewma ev hilbijartin ne weke hilbijartina avakirina desthilatdariyeke nû tê dîtin. Tirsa wan ew e ku polîtîka û mejiyê ku dema wê qediya ye, ji holê bê rakirin. Heger hêzên demokrasiyê sekneke xurt nîşan bidin û nehêlin ku desthilatdariya AKP-MHP'ê careke din dest deyne ser desthilatdariyê, ev yek wê ji bo siyaseta Tirkiyeyê pêvajoyeke girîng biafirîne.”

 

Demokratîkbûn bi tekoşînê dibe

Bayik îşaret bi girîngiya têkoşîna ji bo demokrasiyê kir û got, “Demokratîkbûna Tirkiyeyê wê bi têkoşînê bibe. Ji ber ku dijminatiya li Kurdan, mejiyekî paşverû û rastiyeke civakî ya ji ber vê yekê afiriye, her wiha rêxistineke dewletê ya li ser vî bingehî heye. Dema ku mijar pirsgirêka Kurd be, şaş e ku mirov bibêje, wê bi bazarê encam bê bidestxistin û li gorî vê gotin û polîtîka bê diyarkirin. Bi hilbijartinê re faşîzm wê di çeperekî de hatibe têkbirin. Lê belê têkbirina wê ya bi temamî wê bi têkoşînê bibe.” 

 

Tifaqê teng nekin

Bayik bi bîr xist ku HDP ne tenê partiya nasnameyekê ye û got, “Nêzîkatiya ku HDP'ê weke partiya nasnameyekê nîşan dide wê bibe nebaşiya herî mezin a li xeta HDP'ê bê kirin. Ji ber vê yekê yên ku li ser xeta HDP'ê têdikoşin, divê li dijî kesên ku hewl didin HDP'ê weke partiya nasnameyekê nîşan bidin, helwêstê nîşan bidin. Heger HDP bê girtin, diyar e ku xeta HDP'ê wê bi Partiya Çep a Kesk dewam bike. Ji bilî Partiya Karker a Tirkiyeyê, partiyên din hemû di bin sîwana Partiya Çep a Kesk de tevlî hilbijartinê dibin. TÎP di bin sîwana Tifaqa Ked û Azadiyê de bi rengekî cuda tevlî hilbijartinê dibe. Bêguman me dixwest ku Partiya Karker a Tirkiyeyê di bin sîwana Partiya Çep a Kesk de tevlî hilbijartinê bibe. Em hilbijartinê bêqîmet nabînin, lê belê ya esasî Tifaqa Ked û Azadiyê ye, têkoşîna demokrasiyê ye. Ji ber vê yekê gotin, helwêst û nêzîkatiyên ku vê tifaqê tengav dikin, rast nînin. Dewleta Tirk a mêtinger qirker naxwaze ku hêzên demokrasî û azadiyê yên Kurd û hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyî bên cem hev. Ji bo vê jî şerê taybet dimeşîne. Lewma tevlîbûna TÎP'ê ya bi serê xwe li hilbijartinê divê weke zemîna ji bo belavkirina tifaqê neyê nirxandin. Di medya dîjîtal de hinek bi niyeteke baş hin gotinan bibêjin jî trolên AKP'ê û MÎT ji bo parçekirina Tifaqa Ked û Azadiyê parvekirinên sorkirin û provokekirinê dikin. Divê ev yek bê dîtin.”

 

Xeyd û qutbûn nabe

Bayik di lîsteya tifaqê de nebûna Ermenan jî nirxand û got, “Di lîsteyên li Kurdistanê de cih ji hin hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê re dikarîbû bihata veqetandin. Cihnedana namzeteke/î Ermen bûye mijara rexneyê. Dibe ku rexneyên din jî hebin. Lê belê piştî ku lîste diyar bûn, êdî wate nîne ku ev bê nîqaşkirin. Ji xwe di nava hêzên demokrasiyê de nêzîkatiyeke 'diviyabû ez, yan jî em bibûna wekîl' nabe. Pêşniyazên temsîliyeteke baştir, dibin. Lê belê nabe ji xeyd, qutbûn û nerazîbûnê re bibin hincet. Divê êdî her kes heta jê tê bixebite. Divê bê zanîn ku her ku hilbijartin nêzîk bû wê provokasyon û êrişên dewleta Tirk zêde bibin. Li hemberî vê jî divê gel bi helwesteke rêxistinî tevbigere û paşve gavê neavêje. Girtina rojnamevan, hunermend, parêzer û siyasetmedarên li Kurdistanê nîşan dide ku dixwazin di rewşeke çawa de hilbijartinê bikin. Ev êriş di heman demê de nîşaneya hêrsa sekna bi biryar a hêzên demokrasî û azadiyê yên gelê Kurd e ku li hemberî her cûre zextan serî natewînin.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.