Tişta esasî azadiya Rêber APO ye
Şemî 26 Tîrmeh 2025 - 03:55
- Hevserokê Konseya Rêveber A KCK’ê Cemîl Bayik da zanîn ku êdî têkoşîna çekdarî xizmetê ji armancê re nake û ew ji bo siyaseta demokratîk amade ne.
Beşa 3’emîn a hevpeyvîna Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik ku di çarçoveya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de bi Rojnameya Yenî Yaşamê re kiribû, hate weşandin. Bayik di vê beşê de sedemên bidawîanîna têkoşîna çekdarî vegot.
Bayik destnîşan kir ku di vê qonaxê de Rêber APO bi tenê ne ji bo gelê Kurd, ji bo gelên Rojhilata Navîn jî Rêbertiyê dike û got:’’Divê Tevger jî di vê astê de be. Rêbertiyê paradîgmaya vê yekê pêşxist û vê gavê dixwaze sîstema vê pêş bixe. Ji bo vê me Akademiya Zanistên Civakî û Akademiya Modernîteya Demokratîk ava kir. Em niha xebata sosyalîst û kadroyên wê ku Rêber APO destnîşan dike, em pêş dixin.’’ Bayik bibîrxist ku PKK’ê têkoşîneke felsefî, îdeolojîk û jiyanî pêş dixe û got:’’Ji vir û pê de jî wê wiha be. Partî, têkoşîna çekdarî heye an jî nîne, ev ji bo me tiştekî îfade nake. Em li ser bingeha armancên xwe dimeşin. Me amûrên vê yekê pêş xist. Vê gavê jî me stratejiyek daniye pêşiya xwe. Em dixwazin bingehên wê ava bikin. Me dest ji têkoşînê bernedaye.’’
Êdî çek xizmeta armancê nake
Cemîk Bayik da zanîn ku ew ji bo siyaseta demokratîk amade ne û got:’’Em dikarin li her deverê têkoşînê bikin. Em ne girêdayî zemînê ne. Armanca me ya azadiyê çi dixwaze em ê wê bicîh bînin. Li ku derê bê xwestin em dikarin li wir bixebitin. Rêber APO çi got? Divê amûrek hebe ku xizmetê ji armancê re bike, armanc û amûr hev temam bikin. Ger amûr xizmetê armanc neke, divê neyê bikaranîn. Çekan ji bo qonaxekê xizmet kir. Êdî xizmetê nake. Tişta ku bi têkoşîna çekdarî bê kirin hate kirin. Piştî vê divê êdî ji dewrê derkeve. Divê êdî amûrên din bikevine dewrê. Ji bo vê yekê divê Tirkiye di qanûnên xwe de guhertinan bike. Divê civaka demokratîk bê rêxistinkirin û pêşxistin. Ya esasî rêxistinkirina civakê û parastina civakê ye.’’
Bahçelî Ataturk esas digre
Bayik îşaret bi rola Bahçelî ya di pêvajoyê de jî kir û got:’’Ew Mustafa Kemal esas digre. Mustafa Kemal jî dema ku dewlet û miletê Tirk kete nava xeteriyê, Sovyek û Kurdan esas girt. Xwe spart wan û têkoşîn kir û ber bi Lozanê çû. Li Lozanê bazariya çi hebû? Tu dest ji Sovyetan û Kurdan berde, em ê jî te nas bikin. Dema ku Lozan hate qebûl kirin, wê jî dest ji Sovyetan û Kurdan berda û piştre kete nava NATO’yê. Tiştên ku bi serê Kurdan hatin kirin ku tên zanîn, pêkanî. Bahçelî vê yekê dibîne, dem dibe ku cuda bin, lê heman rewş e. Ji bo vê yekê ev gav avêt.
Muhtacê Kurdan in
Têkoşîna me ew xistin rewşeke wisa ku êdî neçar man rûbirûyê pirsgirêkan bibin. Êdî pirsgirêka hebûnê jiyan dikin. Qaşo wê Rêbertiyê bidana jibîr kirin, PKK’ê ji holê rabikirana. Ji bo vê yekê hertişt bikaranîn lê bi qasî bikaranîn, ewqasî fetisîn. Yek jî geşedanên li Rojhilata Navîn derketin holê, êdî netew dewletê îflas kir. Kê netew dewlet pêşxist? Tirkiye û Îranê. Niha dor tê wan. Eger bi Kurdan re lihev nekin, ew ê ji bo wan bibe xeteriyeke mezin. Kurd êdî li Rojhilata Navîn bûye hêzeke ku çarenûsa herkesê destnîşan dike. Tirkiye, Îsraîl û Îran neçarê Kurdan in. Rêbertiyê ev yek dît û xwest pirsgirêkê çareser bike. Ev jî li gorî berjewendiyên Tirkiyeyê ye, ya ku wan rizgar bike, çareseriya Rêbertiyê ye. Me weke tevger astengî ji holê rakirin. Êdî tu astenî nînin. Me ev yek hem nîşanî Tirkan da hem jî nîşanî cîhanê da. Ji bo vê yekê êdî herkes dibêje, divê dewlet gavan biavêje.
Rêbertî dewletê jî diguhere
Rêber APO bi tenê tevgerê naguhere. Di heman demê de di dewletê de jî guhertinan pêk tîne. Ev jî şêwazê Rêber APO ye. Guhertinan jiyan dike, yên li hemberî xwe jî diguherîne. An wê gav biavêjin, an jî wê tine bibin. Rêyeke din nîne. Şertên heyî ji aliyê me ne, înîsiyatîf di destê me de ye.’’ Cemîl Bayik destnîşan kir ku divê gavên Rêbertî diavêje baş werin famkirin û got:’’Divê gavên Rêbertiyê em fam bikin û di dema xwe de wî temam bikin. Ger em di vê yekê de şiyar bin, dewlet nexwaze jî, neçar e gavan biavêje. Tişta ji bo me esas şertên azad xebitandina Rêber APO ye. Divê em vê bikin rojeva xwe ya esasî. Divê yên li Tirkiyeyê jî, vê ji xwe re bikin rojeva esasî. Rêbertî dibêje, azadiya takekes azadiya civakê ye, azadiya civakê jî azadiya takekesî ye. Em azadiya Rêber APO azadiya civaka Kurd dibînin. Ev yek zelal e. Ger vê yekê pêk bînin, tiştên din hêsan in. Divê ne bi rengekî fîîlî, bi qanûnî gav bên avêtin. Sererastkirina qanûnî şert e.’’
NAVENDA NÛÇEYAN