Yek ji kuştiyan eşkere kirin

Pêncşem 8 Kanûn 2022 - 00:41

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li Zapê 3 leşkerên Tirk ên dagirker ên din kuştin û yek ji wan payebilind bû. Lê dewleta Tirk tenê li yekî ji van kuştiyan mukir hat.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê got, "Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li dijî êrişa dagirkeriyê ya dewleta Tirk a mêtinger bi rengekî dîrokî li ber xwe didin û derbên giran li dagirkeran dixin. Dagirker ji bo derbên giran ên ji gerîla dixwin veşêrin, gelekî hewl didin. Herî dawî li Zapê di çalakiyê de herî kêm 3 dagirker hatin cezakirin û yek ji wan payebilind bû, tenê yek jê eşkere kirin û hewl dan careke din rastiyê ji raya giştî veşêrin.

Artêşa Tirk a dagirker Qadên Berxwedanê 6 caran bi balafirên şer, bi dehan caran bi obus, tank û çekên giran bombe kir."

HPG´ê li ser çalakiyên gerîlayan kitye bi kite agahî dan:

 

Li Zê (Zapê)

5'ê Kanûnê li Qada Berxwedanê ya Sacayê, dagirkerên li dora çeperên şer ên Şehîd Kuncî tevdigeriyan, ketin kontrola hêzên me. Hêzên me piştre bi sabotajê li dagirkeran xist. Di encama vê çalakiya tîmên me yên bi tevger de herî kêm 3 dagirker hatin cezakirin ku yek ji wan payebilind bû. Piştî çalakiyê dagirkeran bi helîkopterên Skorsky kuştiyên xwe ji qadê birin.

5'ê Kanûnê saet di 23:00 de li Qada Berxwedanê ya Sîdayê, tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkerên li dora çeperên şer ên li Şehîd Felat xist.

6'ê Kanûnê saet di 15:20'î de li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê, tîmên me yên bi tevger li dagirkeran xist.

 

Li Metînayê 

6'ê Kanûnê saet di 14:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê tîmên me yên bi tevger bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran xist.

6'ê Kanûnê saet di 14:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê bi çekên giran li dagirkeran xistin.

Mûstafa Bazna

Werin cenazeyê xwe bibin

Beriya vê daxuyaniyê doh HPG´lê da zanîn ku cenazeyê leşkerî dagirker ê kuştî di destê wan de ye û ew amade ne cenaze bidin malbatê. HPG´ê li ser mijarê got, “Me di daxuyaniya xwe ya 4’ê Mijdarê de diyar kiribû ku di 3’ê Mijdarê de saet di 12.20’an de di çalakiya li Qada Berxwedanê ya Girê FM a Metînayê, nêzî navçeya Amêdiyê, me cenazeyê leşkerekî, alavên wî yên leşkerî û telefona wî ya destan desteser kiribû. Agahiyên cenazeyê leşkerê di destê me de wisa ne: Navê wî Mûstafa Bazna ye, navê dê û bavê wî Dondu û Ramazan e, di 14’ê Gulana 1996’an de li Duzceyê ji dayik bûye û nimreya nasnameya wî 13082287382 ye. Hatiye dîtin ku mirina vî leşkerî ji raya giştî û ji gelên Tirkiyeyê hatiye veşartin.”

HPG´ê da zanîn ku dewleta Tirk bi rêk û pêk kuştina leşkerên xwe ji raya giştî vedişêre û daxuyaniya xwe wiha bi dawî kir: “em li gorî exlaqê mirovayetiyê, nirxên hevpar ên gelan û qanûnên şer tevdigerin û heke were xwestin, em dikarin bi rêya sivîl yan jî saziyên civakî yên sivîl cenazeyê leşker Mûstafa Bazna teslîmî malbata wî bikin.” 

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.