Yek bi yek têne xistin

Pêncşem 20 Hezîran 2024 - 02:35

RÛHAL YILDIZ-AMARA HARÛN / ANF / BEHDÎNAN

Balafirên bêmirov ên artêşa Tirk a dagirker li ezmanên Kurdistanê ji aliyê hêzên HPG û YJA Starê ve yek bi yek têne xistin. Ji gerîlayên YJA Starê Bêrîtan Amed têkildarî şerê li Herêmên Parastinê yên Medyayê axivî. Di destpêka axaftina xwe de Bêrîtan Amed bal bire ser tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan û got:"Dewleta Tirk a dagirker şerê herî giran li Îmraliyê di şexsê Rêber Apo de dimeşîne. Dijmin piştî ku li hemberî berxwedana Rêber Apo bi bin ket, êrişên xwe zêde kir. Lê belê ev şer roj bi roj dewleta Tirk hîn bêhtir dixe nava çiravê. Weke encam jî têkçûn ne tenê ji aliyê leşkerî ve ye, di heman demê de ji aliyê aborî û siyasî ye. Dewleta Tirk li hemberî gerîla êrişên qirkirinê dike. Di van êrişan de çekên termobarîk, kîmyewî û gelek çekên li cîhanê qedexekirî ne bi kar tîne. Hêzên HPG û YJA Star jî bi berxwedanê bersivê didin êrişan. Em ji Rêberê xwe hînî berxwedan û têkoşînê bûn. Rêberê me li Îmraliyê li ber xwe dide, em jî li Herêmên Parastinê yên Medyayê li ber xwe didin."

Xeta berxwedanê biser dikeve

Bêrîtan Amed anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker bi bikaranîna çekên kîmyewî dixwaze gerîla têk bibe û got:"Dewleta Tirk nikare gerîla tine bike. Ji ber ku hêza teknîkê û hemû rêbazên qirêj ên artêşa Tirk a dagirker ji aliyê gerîla ve têne têkbirin. Balafirên xwe yek bi yek ji aliyê gerîla ve têne îmhakirin. Dijmin ji ber vê yekê gazên kîmyewî, çekên qedexekirî bi kar tîne. Bi van rêbazên li derveyî mirovahiyê dixwaze encamê bi dest bixe. Artêşa Tirk her çend teknîka şer bi pêş bixîne jî gerîla li hemberî vê yekê alternatîfan peyda dike. Balafirên keşfê, ÎHA, SÎHA yên ku dewleta Tirk a faşîst timî propagandaya wan dike ji aliyê gerîla ve têne xistin. Yek jê 27'ê Gulanê yek jî 6'ê Hezîranê di nava 10 rojên dawî de 2 SÎHA yên artêşa dagirker ji aliyê hêzên gerîla ve hatin tinekirin. Dewleta Tirk a faşîst hewl dide vê veşêre. Êdî her kes dibîne bê teknîka artêşa dagirker ji aliyê gerîla ve çawa tê têkbirin. Balafirên keşfê yên dewleta Tirk li ezmanê Kurdistanê yek bi yek têne tinekirin. Li Kurdistanê wê xeta berxwedanê her tim bi ser bikeve."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.