- Girtî Baran Eman: Herkes xwedî tiştekî ye ku piştgiriya pêvajoyê bike. Yekane kesê ku dikare şer, qirkirin, asîmîlasyon û înkarê bisekinîne, Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan e.
Baran Eman ê 24 salî, di dema berxwedana rêveberiyên xweser de di 14’ê Adara 2016’an de li navçeya Mêrdînê Nisêbînê hate girtin û dewleta Tirk 35 sal û 10 meh cezayê hepsê lê birrî. Ew jî tevlî çalakiya greva birçîbûnê ya di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî ji meseleya Kurd re çareserî” bû. Girtî Eman ê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 1’an a Amedê tê ragirtin, di çalakiya greva birçîbûnê ya sala 2018’an de 135 rojan, di sala 2020’an de jî bi heman daxwazan 127 rojan ketibû çalakiya greva birçîbûnê.
Baran Eman bi telefonê bi malbata xwe re axivî û têkildarî çalakiya xwe got, “Em li dijî tecrîd û îzolasyona li dijî Serokatiyê bi daxwaza ‘Ji Serokatiyê re azadî ji pirsgirêka kurd re çareserî’ ketin çalakiya greva birçîbûnê. Ez jî weke kurdekî li ku dibim bila bibim, di kîjan şert û mercan de bêm girtin, neçar im ku berpirsyariya xwe bi cih bînim. Li hemberî we, gelê hêja ev berpirsyariya min e. Daxwaza me ya ji we jî ew e ku hûn dengê me ragihînin cîhanê hemûyî. Rabûna li ber şer, qirkirin, asîmîlasyon û înkarê, berpirsyarî û erka her mirovî ye. Her roj bi balafiran bombe tên barandin, nirxên mirovahiyê ser û binî hev dibin. Erdnîgariya me ya xweşik tê texrîbkirin û nabe mirov li dijî van hemûyan bêdeng bimîne.”
Baran Eman di dawiyê de ev bang kir:“Teqez tiştekî ku her kes di vê pêvajoyê de bike, heye. Herkes xwedî tiştekî ye ku piştgiriyê li vê pêvajoyê bike. Yekane kesê ku dikare şer, qirkirin, asîmîlasyon û înkarê bisekinîne; Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan e yê ku li Girava Îmraliyê tê ragirtin.”
Girtî di çalakiyê de bi biryar in
Seroka Komîsyona Şopandina Girtîgehan a Navendî ya Baroya Amedê parêzer Adîle Salman têkildarî rewşa girtiyên di greva birçîbûnê de axivî û diyar kir ku ji bo şopandina çalakiyê tevî Amed Barosu, ÎHD, OHD, MED TUHAD-FED û TUAY-DER’ê şandeyek ava kirine. Wê got, “Em gelek caran diçin serdana girtiyan. Bendewariyên girtiyan ji raya giştî hene. Dibêjin, wan yekser ji bo azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan ev çalakî daye destpêkirin. Dibêjin, heke aliyên peywendîdar xwe li vê pêvajoyê kerr û korr bikin, ew ê asta çalakiyê wê bilindtir bikin. Ew dibêjin, hê rewş neguheriye, bila kesên azadîxwaz, aştîxwaz û demokrasîparêz piştgiriyê bidin. Ji ber çalakiyê li tevahiya girtiyan cezayên disiplînê tên birrîn. Bi ti awayî bersivê nadin daxwaza girtiyên dixwazin sewqî Girtîgeha Îmraliyê bên kirin. Dest datînin ser nameyên ji birêz Abdullah Ocalan re tên şandin.”
Adîle Salman, got ku li Girtîgeha Jinan a Erzînganê 50 gardiyanan hewl dan girtiyeke dest bi greva birçîbûnê kiriye bixin hucreyê û got:“Di vê navberê de tevahiya jinên li qawîşê hatin derbkirin. Li ser vê yekê girtiyên jin nerazîbûn nîşan dan û dest bi grevê kirin. Li gelek girtîgehên din girtî xistine hucreyên yekkesî, nahêlin kes li cem wan bimîne, xwê, lîmon, şekir û tiştên din pirr kêm û di bin zextê de tên dayîn. Girtiyên di çalakiyê de peyama ‘Em bi qasî di oxira wê de bimirin ji jiyanê hez dikin’ dan û xwestin saziyên demokratîk û raya giştî xwedî li çalakiya wan derkevin.”
NAVENDA NÛÇEYAN