YBŞ: Tiştek bi hevrêyên me nehatiye
Yekşem 11 Îlon 2022 - 21:39
- Fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) bi daxuyaniyekê li ser êrîşa doh sibehê ya dewleta Tirk a dagirker agahî da.
Fermandariya YBŞ'ê bi daxuyaniyekê ragihand, ku dewleta Tirk a dagirker doh sibehê 2 caran êrişî wesayiteke hêzên wan kiriye û diyar kir, ku tiştek bi hevrêyên wan nehatiye.
Fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) bi daxuyaniyekê li ser êrîşa doh sibehê ya dewleta Tirk a dagirker agahî da.
Fermandariyê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker û qirker 2 hefte ne li ser qadên wan balafirên bêmirov ên bêçek û biçek digerîne û got, "Îro (doh) saet di navbera 09:30-10:00 de du caran bi balafireke bêmirov a bombebarkirî êrişî wesayiteke me kir." Fermandariyê ragihand ku di vê êrîşa hewayî de tiştek bi hevrêyên wan nehatiye.
ŞENGAL