Yasa ji bo karkeran lazim e
Yekşem 1 Gulan 2022 - 22:27
- Şaxa Silêmanî ya Sendîkaya Karkeran bi daxuyaniyekê got, divê ji bo başkirina rewşa karkeran yasayek were derxistin.
Şaxa Silêmanî ya Sendîkaya Karkeran bi daxuyaniyekê got, divê ji bo başkirina rewşa karkeran yasayek were derxistin. Ji hikumetê jî xwest, pirsgirêka karkeran çareser bike.
Şaxa Silêmanî ya Sendîkaya Karkerên Herêma Kurdistanê bi boneya 1’ê Gulanê roja Karkeran a Cîhanê, li Silêmaniyê daxuyaniyek da çapemeniyê.
Serokê Şaxa Silêmanî ya Sendîkaya Karkeran, Çalak Rauf daxuyanî da.
Wî behsa hejmara karkerên di dema kar de mirine kir û got; “Sala 2022’yan, li Silêmaniyê 6 karker di dema kar de mirine. Ji sedî 80’ê karkerên
Herêma Kurdistanê biyanî ne, ev karker weke geştiyar tên herêmê û li vir kar dikin.
Li gorî Wezîrê Kar ê Herêma Kurdistanê, 700 milyar dînar di sindoqa teqawîdbûyiyên Kurdistanê de heye. Em dixwazin ev pere ji bo xizmeta karkeran û welatiyên Herêma Kurdistanê were bikaranîn.”
ROJNEWS/SILÊMANÎ