Desteya Ciwan û Werzîşê ya Herêma Firatê, piştî sekinandina 3 salan, xebatên temîrkirina yarîgehekê li Kobanê ji nû ve da destpêkirin. Li gorî desteyê, yarîgeh li Taxa Cedîd (Nû) a Kobanê ye û wê di 6 mehan de bi dawî bibe.
Derbarê mijarê de cîgirê hevserokatiya Desteya Ciwan û Werzîşê Ehmed Derwêş li ser sedemên derengxistina temîrkirin û amadekirina yarîgehê ku çaverê bû beriya 3 salan bi dawî bibûya, got: “Sedemên esasî êrişên dewleta Tirk a dagirker û pandemiya Koronayê bûn.” Derwêş anî ziman ku qonaxa dawî ya amadekirina yarîgehê; danîna kursiyên pêpelûkan, amadekirina roniya yarîgehê û raxistina zemîna wê ye.
Derwêş destnîşan kir ku di qonaxa yekemîn de sazûmaniya yarîgehê, ode û holên werzîşê li qata binî ya yarîgehê hatin temîrkirin. Li gorî texmînan yarîgeha Kobanê têra 7 hezar temaşevanan dike. Di dawiyê de Ehmed Derwêş got Desteya Ciwan û Werzîşê hewl dide yarîgehê xweştir bike û diyarî werzîşvanan bike.
ANHA/KOBANÊ