Yadê Xanê 52 roj in nobetê digire

Duşem 11 Îlon 2023 - 00:02

  • Xanê Hilalî ya 75 salî 52 roj in, li Wargeha Mexmûrê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan di çalakiyê de ye û dibêje: Heta ku dilopek xwîn di laşê min de hebe, ez ê ji bo Rêberê xwe têbikoşim.

ARMANC HEREKOL / ROJNEWS / MEXMÛR

Tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan piştî 2015’an derbasî qonexekî nû bû. Ji wê demê heta 25’ê Adara 2021’an, gelek caran hevdîtin hatin astengkirin. Lê bi çalakiyên cûr bi cûr û bi çalakiyên gireva birçîbûnê, carinan agahî ji Rêber Abdullah Ocalan dihatin wergirtin. Herî dawî di 25’ê Adara 2021’ê de birayê Rêber Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan hevdîtineke kurt bi rêya telefonê pê re pêk anî. Ji wê rojê heta niha, ev 2 sal, 5 heyv û 17 roj in, bi ti şêwazî agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nehatiye wergirtin.

Li dijî tecrîda heyî, li her derê Kurdistan û derveyî welat gelek xwepêşandan û çalakiyên nobetê tên lidarxistin. Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) jî, ji 20’ê Tîrmehê ve ji bo şikandina tecrîda girankirî, çalakiyeke nobetê hatiye destpêkirin û 52 roj li pey xwe hiştiye.

Xanê Hilalî ku 75 salî ye, ji destpêka çalakiya nobetê ya li Mexmûrê heta niha, ango ev 52 roj in tevî temenê xwe yê mezin û nexweşiyên xwe jî, li dijî tecrîdê çalakiyê dike. Li ser vê mijarê Yadê Xanê ji ajansa me re peyivî.

Em ji jiyana wî bi fikar in

Yadê Xanê bi hestiyarî tîne ziman ku Rêber Abdullah Ocalan di destê dijmin de ye, ji ber vê yekê ew gelekî aciz e û dibêje, “Ev tecrîd neheqiyeke mezin e ji bo gelê Kurd. Ji ber ku kesê ku gelê Kurd û bi taybetî jî jin azad kirine, Rêber Apo ye. Rêber Apo hebûn û wateya jiyana me ye. Ev 30 heyv in, bi ti şêwazî em agahiyê ji Rêberê xwe nagirin ev ji bo me nexweşî û zehmetiyek e. Em nizanin ka Rêber Apo çi dike, siheta wî çawan e û çi zehmetiyan dikişîne? Di hêla jiyana Rêber Apo de metirsiyên me hene. Em ji ber vê tecrîdê gelek diqehirin!”

Rêberê me dijmin vala derdixe

Yadê Xanê di dewamê de got, dewleta Tirk carinan, bi rêbazên li dijî mafê girtiyan, cezayên disîplînê li Rêber Abdullah Ocalan dibirre û wiha peyivî: “Tecrîdkirina Rêber Apo, tecrîdkirina tevahiya gelê Kurd e. Dixwazin bi van êriş û tecrîdan Rêber Apo di hêla fikrî de dîl bigirin, lê Rêberê me bi fikrên xwe yên azad xwestekên xweziya wan û xwestekên wan pûç dike.”

Ez ê her cure çalakiyan bikim

Xanê Hilalî ev 52 roj in, di çalakiyê de cihê xwe digire; ew wiha behsa çalakiya li Mexmûrê dike: “Armanca çalakiya me bi fîzîkî azadiya Rêber Apo ye. Ev 52 roj in, ez ji bo Rêberê xwe di vê çalakiyê de cih digirim. Heta ku em negihîjin armanca xwe, em dest ji çalakiya xwe bernadin. Ez 75 salî me û ez ê ji bo Rêber Apo her cure çalakiyê bikim. Her 5 rojan carekê ji bilî min koma çalakiyê tê guhertin. Ez dixwazim timî ji bo Rêber Apo di çalakiyan de bim. Gelê me tê serdana me, ji bo me stranan dibêjin. Her wiha em bi sînevîzyonê li nirxandinên Rêbertiyê guhdarî dikin. Çalakiya me têr û tije derbas dibe.”

Herî dawî Yadê Xanê bang li jinên cîhanê û bi taybetî jî li jinên Kurdan kir da ku li dijî tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan bêdeng nemînin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.