Yadê Sakîne ji bo Meşê ji Manîsayê hat

Pêncşem 8 Sibat 2024 - 00:25

Yadê Sakîne, dayika Sêvê Demîr ku dema Berxwedana Xwerêveberiyê ya li navçeya Silopiyayê di 4'ê kanûna 2015'an de bi hevreyên xwe Pakîze Nayir û Fatma Uyar hatibû qetilkirin, ji bo pêşwazîkirina meşvanan ji bajarê Manisayê hate Silopiya ya ku ji Şirnexê ku hezar û 582 kîlometreyan dûr e. Demîr, li cihê ku keça wê lê hatiye qetilkirin bi daxwaza ku tecrîd rabe û pirsgirêka Kurd çareser bibe bi kûlîlkan Meşvanên Azadiyê pêşwazî kir û bi wan re bi dirûşma "Bêdengî mirine, berxwedan jiyan e" meşiya. Demîr, tevî temenê xwe yê mezin jî li astengiyan nesekinî û di nava meşvanan de cihê xwe girt. 

Yadê Sakîne bi domdarî got,’’Ev meş ne ji bo berjewendiyên şexsî pêk tê. Ev meş ji bo çareserkirina pirsgirêka gelekî ye ku bi sala ye nayê çareserkirin. Ev meş ji bo azadiya rêberê vî gelî ye. Ez li ber vê meşê bejna xwe ditewînim û qewet û serkeftinê ji meşvanan re dixwazim. Ev meş ji bo azadiya hemû gelên bindest e. Ez bang li dayikan û gelê Kurd dikim ku xwedî li vê meşê derbikevin.’’

Yadê Sakîne diyar kir ji bo tecrîd rabe wê ji Manîsayê daye rê û hatiye û got,’’Em dayik in, dilê me dişewite. Em dibêjin bila herkes rabe û tev li vê meşê bibe. Ev meş meşa azadiyê ye. Ev meşa azadiyê dê tecrîdê bişkîne. Heta ku deriyê Îmraliyê venebe û bi birêz Ocalan re li ser maseyê nerûnin, azadî nayê tu deran.’’

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.