- Bi sedema lêpirsîna "heqaretê" yadê Emîne Şenyaşar doh serê sibehê bi parêzerê xwe re li Midûriyeta Emniyetê ya Navçeya Pirsûsê careke din îfade da.
Emîne Şenyaşar a berxwedêr cara 15'an îfade da. Emîne Şenyaşar a ku hevser û du kurên wê 14'ê Hezîrana 2018'an li navçeya Pirsûsê ya ser bi Rihayê bi destê xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz hatin qetilkirin, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê di heman êrişê de birîndar bû, çalakiya xwe ya edaletê ya li ber Edliyeya Rihayê dewam dike. Doh roja 400’î ya çalakiyê qediya.
Bi sedema lêpirsîna "heqaretê" yadê Emîne Şenyaşar doh serê sibehê bi parêzerê xwe re li Midûriyeta Emniyetê ya Navçeya Pirsûsê careke din îfade da. Li gorî agahiyan, lêpirsîn bi îdîaya ku dayik Şenyaşar "heqaret" li wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildizi kiriye, hatiye destpêkirin.
Emîne Şenyaşar piştî îfadeyê hate ber edliyeyê û tevî Ferît Şenyaşar çalakiya xwe dewam kir.
RIHA