• "Yên ku li nexweşxaneyê zarokên min kuştin, çima ew berdan? Wan li nava nexweşxaneyê mirov qetil kirin." 

Nobeta edaletê ya Şenyaşaran dewam dike. Dayik Emîne Şenyaşar, doh di roja 438'an a berxwedanê de got, "Yên ku li nexweşxaneyê zarokên min kuştin, çima ew berdan? Wan li nava nexweşxaneyê mirov qetil kirin." 

Nobeta edeletê ya Emîne Şenyaşarê di 9’ê Adarê de li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, di roja xwe ya 439’an de ye. Di 14’ê Hezîrana 2018’an de xizmên wekîlê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz, hevjîn û 2 kurên Emîne Şenyaşarê qetil kiribûn. Ew niha tevî kurê xwe Ferît Şenyşar ê ji êrişê bi birîndarî filitî nobetê digire. Malbata Şenyaşar doh serê sibehê ji mala xwe ya li Pirsûsê çû ber edliyeyê û dest bi nobeta xwe kir.

Emîne Şenyaşar got, "Ji ber çi kesên ku zarokên min li nexweşxaneyê qetil kirin, berdan? Van kesan di nava nexweşxaneyê de jî mirov qetilkirin.

Hûn çawa dikarin kesên ku li me re zilmê bike, berdin. Em dixwazin ku hemû bêne girtin.

Dayik Şenyaşar bi bîr xist ku kurê wê Fadil Şenyaşar bi salan e di hucreya yekkesî de tê girtin û got, "Bila kurê min berdin. Me rojiya Remezanê û cejna xwe li vir derbas kir. Em dixwazin her kesê ku di qeydê de ne bên girtin."

RIHA