• Hevserokê HDP’a Stenbolê, Ferhat Encu yê ku di komkujiya Roboskî de 27 xizmên xwe ji dest dan, bi rêya 'skype' qala Komkujiya Roboskî kir.

Li Londonê Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Brîtanyayê, qurbaniyên Komkujiya Mereşê ya 1978'an, komkujiya girtîgehan a bi navê 'Vegera li jiyanê' ya 19'ê Kanûna 2000'î û Komkujiya Roboskî ya 28'ê Kanûna 2011'an ku bi balafirên şer ên dewleta Tirk hate kirin, bi çalakiyeke girseyî bi bîr anî.

Bibîranîn li Navenda Çanda Elewiyan a Ingilistanê pêk hat.

Hevserokê HDP’a Stenbolê, Ferhat Encu yê ku di komkujiya Roboskî de 27 xizmên xwe ji dest dan, bi rêya 'skype' qala Komkujiya Roboskî kir. Piştre sînevîzyonek li ser Komkujiya Roboskî hate nîşandan. Piştre jî hunermendan li ser Roboskî stran gotin. Piştre jî siyasetvan Osman Baydemîr li ser heman mijarê axivî û herî dawî sînevîzyonek li ser Komkujiya 19'ê Kanûnê hate nîşandan.

ANF/LONDON