Ya esas azadiya Rêber APO ye

Sêşem 4 Adar 2025 - 03:30

Berdevka Têkiliyên Derve ya KNK'ê û Endama Konseya Rêveber Nîlufer Koç li ser banga dîrokî ya Rêber Apo ji ANF'ê re axivî.

Koç anî ziman ku piştî deh salan dîtina wêneyê Rêber Apo coş û moraleke mezin da wan û got:"Bi rastî jî kêliyeke dîrokî bû. Ev tablo encama gava dîrokî ya Rêber Apo bû ku bi biryardarî, îdîa û wêrekiyeke mezin hate avêtin. Bi têkoşîna mezin a 26 salên dawî re bi taybetî bi berxwedana Rêber Apo ya li dijî sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê û têkoşîna gerîla ya leheng a li dijî vê êşkenceyê pêwendiya xwe heye. Gel û tevgera Kurd di nava 26 salan de bê navber li gel Rêberê xwe li ber xwe da. Ev pêvajo cihê kelecanê bû. Bêguman her kesî ev yek bi heman rengî fêhm nekir, ji ber ku aliyên xwe yên îdeolojîk, stratejîk, dîplomatîk û siyasî hene. Lewma li gel hin derdoran bû sedema pirs û fikaran. Gava ji aliyê gelê Kurd ve lê bê temaşekirin, ev fikar cihê fêhmkirinê ne. Ji ber ku gelê Kurd 100 sal in tiştekî erênî ji dewletê nedîtiye. Ji bilî rijandina xwînê, tundî û terorê tiştek nedîtiye. Lê belê Rêber Apo bi baweriya ji gel û hevrêyên xwe ev gava mezin avêt. Li ser bingeha vê baweriyê ast bilind kir. Lewma ev gav gelekî girîng e û li tevahiya cîhanê weke gaveke dîrokî tê nirxandin. Gavên ku dewlet biavêjin wê diyarker bin. Lê belê divê têkoşîn û berxwedana me dewam bike. Eger em zextê nekin, dewlet mîna ku berê kir dibe ku careke din hewl bide demê bi dest bixe û xwe ji krîzên heyî rizgar bike."

Divê em pêngavê xurttir bikin

Nîlufer Koç bal kişand ser gotina dawî ya Sirri Sureyya Onder ku piştî xwendina peyama Rêber Apo anî ziman û diyar kir ku ew hevok gelekî girîng e û got:"Di metna Tirkî de nehatibe bicihkirin jî di wergera bi zimanên biyanî de hate bicihkirin. Ji xwe Rêber Apo ew gotin di dema amadebûna heyetê de anî ziman. Di dîmenan de jî ew gotin heye. Yek ji pirsên ku bi giranî tê pirsîn ew e ku li pêşberî van gavên mezin çi hate xwestin? Bersiva vê jî weke ku Rêber Apo di hevoka dawî de got, zemîna siyasî û hiqûqî ye. Yanî Tirkiyeyeke demokratîk e. Ji bo veguherîna demokratîk bangek hate kirin ku Kurd û gelên din karibin bi nasnameya xwe hebin û bi çand û zimanê xwe bi rengekî azad bijîn. Rêber Apo bang li PKK'ê kir ku kongreyê pêk bîne. PKK û hêzên wê, di çarçoveya prosedurên navxweyî de wê vê pêvajoyê binirxînin. Beriya niha Mûrat Karayilan jî gotibû, bangeke bi dîmen a Rêber Apo têrê nake. Di kongreyên PKK'ê de Rêber Apo her tim raporên polîtîk pêşkêş kir û perspektîf da. Niha ji bo pêvajo bi lez bi pêş ve biçe divê Rêber Apo di nava şert û mercên azad de banga xwe yekser ragihîne. Ji bo Kurdên li dîasporayê bi taybetî jî Kurdên li Ewropayê ev pêvajo gelekî girîng e. Di 10'ê Cotmeha 2023'an de ji xwe pêngava 'Azadî ji Rêber Apo re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re' hate destpêkirin. Ev kar dewam dike û em di vê daxwaza xwe de yanî di azadiya Rêber Apo de bi israr in. Ji qada navneteweyî piştgiriyeke xurt ji banga Rêber Apo re hat. Hem dewletan hem jî Neteweyên Yekbûyî bi daxuyaniyan ev rewş bi erênî pêşwazî kirin. Di vê mijarê de daxwaza PKK'ê wê çi be nizanim, lê belê weke yên li derveyî welat ji bo me azadiya Rêber Apo esas e." Di dewama axaftina xwe de Nîlufer Koç bal kişand ser girîngiya guhertina ziman û got:"Divê êdî gotinên weke 'Me filan qedand,', 'terorê' bêne terikandin. Divê ev ziman bê guhertin. Ji ber ku ev ziman zorê dide gelê me. Ev ziman karê me zehmet dike. Lewma bi dîtina min divê ev ziman bê guhertin."

Metirsiya komkujiyan

Têkildarî metirsiyên li ser pêvajoyê jî Nîlufer Koç got:"Dixwazim ji pêvajoya 2013'an mînakê bidim. Hevdîtin di meha Kanûnê de fermî bûn. 9'ê Çileya 2013'an Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatin qetilkirin. Êrîşeke gelekî giran hate kirin ku yek ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz bû hedef. Rêber Apo piştre got, 'Ev yek li hemberî min bû. Ha Sakîne, ha ez'.

Wê demê mekanîka darbeyê kete dewrê. Bi armanca pêşîgirtina li pêvajoyê destwerdanek kir. Îro jî divê haya me ji rewşeke bi heman rengî hebe. Lewma Rêber Apo destnîşan kir ku divê bi lez tevbigerin. Divê dewlet êdî gavên şênber biavêje. Şert û mercên heyî yên Îmraliyê ji ber vê yekê pirsgirêkeke cidî ye. Her wiha yên ku dixwazin pêvajoyê sabote bikin wê her tim hebin. Mînak, dibe ku bûyerên mîna komkujiya Parîsê ya 9'ê Çileya 2013'an biqewimin. Me ji xwe tecrûbeya wê kir. Ji ber vê yekê divê bi lez tevbigerin."

ANF/SERKAN DEMÎREL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.