Xwezaya Kurdistanê pêşkêşî şîrketan dikin

Çarşem 4 Îlon 2024 - 02:40

  • Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal diyar kir bi polîtîkaya şerê taybet xwezaya Kurdistanê tê talankirin, çekên kimyewî  têne bikaranîn û ev ji tecrîda Îmraliyê ne qut e. Uysal got,’’Dewlet û şîrket dixwazin Kurd ji axa xwe derkevin. Dixwazin bi vî rengî bandora xwezayê li ser gelê Kurd nemîne û Kurd di warê aboriyê de jî têkevin tengasiyê. 

ROZA METÎNA / AMED

Bi çarçoveya polîtîkayên şerê taybet êriş û talana li ser xwezaya Kurdistanê dewam dike. Li Şirnexê bi destên cerdavanan rojane bi tonan dar tên birîn û xwezaya Kurdistanê pêşkêşî şîrketên hevkar ên dewletê dikin. Bi çêkirina bendan, lêgerîna maden û petrolê xwezaya Kurdistanê qirêj dibe û ev yek bandoreke neyînî li ser Gelê Kurd û xwezaya Kurdistanê dike. 

Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal derbarê mijarê anî ziman li dijî gelê Kurd û xwezaya Kurdistanê çekên kîmyewî tên bikaranîn û got divê li dijî vê yekê têkoşîneke hevpar derkeve pêş. 

Newroz Uysal diyar kir dewlet bi navê ‘polîtîkayên ewlehiyê’ gelek cihan li gel qedexe dike, dixwaze civakê ji xwezayê dûr bixe û loma jî girtina tedbîran a li dijî vê ferasetê girîng e. Uysal bi domdarî got ev talan bi destên dewlet û şîrketan tê kirin loma divê ew  gel li hember vê yekê hişyar bin.

Şîrket divê bêne teşhîrkirin

Newroz Uysal diyar kir divê bi taybet şîrketên bi dewletê re dixebitin bên teşhîr kirin û wiha pê de çû:”Dewlet û şîrket dixwazin Kurd ji axa xwe derkevin. Dixwazin bi vî rengî bandora xwezayê li ser gelê Kurd nemîne û Kurd di warê aboriyê de jî têkevin tengasiyê. Loma yek ji mijara girîng ew e ku em cerdevan û şîrketên ku hevkariyê bi dewletê re dikin teşhîr bikin.’’

Ajantiyê ferz dikin

Newroz Uysal destnîşan kir nêzîkatiya dewletê weke yên salên 90’î ne, salên 90’î jî gund bi destgê dewletê dihatin valakirin, gund li gundiyan dihate qedexekirin û niha jî ev polîtîka didomin. Uysal bi domdarî got,’’Ji ber talana heta niha dewam dike welatî nikarin gihayê biçînin û biforişin, nikarin ajalên xwe biçêrin, nikarin çandiniyê bikin. Ev yek jî bandorê li ser debarê dike. Welatî nikarin debara xwe bikin û ev yek jî rê li koçberiyê vedike. Ev di heman demê de parçeyekî şerê taybet e.’’

Uysal wiha domand:’’Hinek cih dîsa hatine qedexekirin û tenê şîrketên hevkariya dewletê dikin dikarin têkevin wir. Dîsa kesên ku ji wan re ajantiyê dikin encax têkevin wir. Kesên ku ajantiya dewletê nekin nikarin herin ajalên xwe jî biçêrînin. Yanî bi vê re ajantî jî li welatiyan tê ferzkirin.”

Divê têkoşîna hevpar jêneger be

Uysal destnîşan kir ji talankirina xwezaya Kurdistanê armanc guhartina demografiyê ye û got,’’Niha li Şirnexê li ser ava Dîcleyê amadekariyên 10 projeyên bendavê dikin. Ger ev proje pêk were wê 40 gund bên valakirin. Loma li dijî talankirina xwezaya Kurdistanê divê têkoşîna bi hev re jêneger be.  

Bi zanebûn qira ekolojiyê tînin

Newroz Uysal anî zimên hemû dewlemendî û xweşikbûna xwezaya Kurdistanê pêşkêşî şîrketên girêdayî desthilatê dikin û got ji ber vê jî bi derengî mudaheleyî şewatan dikin.

Newroz Uysal diyar kir xwezaya cîhanê yek e û divê kes li dijî talankirinê bêdeng nemîne û wiha dewam kir:”Dewlet dixwaze berpirsiyariya xwe û ya şîrketê xwe ji holê rake. Ev jî nêzîkatiya wan a li hemberî xwezayê nîşan dide. Bi rêbazeke sîstematîk li hemû deverên Kurdistanê qirkirina ekolojîk pêk tê. Tirkiye çekên kîmyewî jî bi kar tîne û teslîmî şîrket û kapîtalîzmê bûye.’’

Tecrîd û qirkirina ekoloji ji hev ne qut in

Newroz Uysal da zanîn tecrîda li Îmraliyê û talankirina xwezaya Kurdistanê ji hev ne dûr in û wiha got:”Ev jî rêbaza polîtîkayên şerê taybet e. Ev êrişên li ser xwezayê bandorê li ser çanda gelê Kurd jî dike. Bi taybet Birêz Ocalan di nava paradîgmaya xwe de talana li ser xwezayê wekî şerê li dijî hebûna gelê Kurd pênase dike. Her wiha em dikarin êrişên dewletê yên li ser xwezayê bi tecrîda li ser Birêz Ocalan jî girê bidin. Ev şer ji ser navendekê tê meşandin. Îro ev tecrîd bandora xwe li girtîgehan û xwezaya her aliyê Kurdistanê dike. Ji ber îro li Başûr jî xweza tê talankirin. Ev bi hev girêdayîne. Îro polîtîkayên şerê taybet herî zêde li Îmraliyê tê meşandin. Divê em têkoşîna ji bo xwezayê û rakirina tecrîdê bikin. Divê em Birêz Ocalan û xwezayê azad bikin. Tecrîdkirina Birêz Ocalan tecrîdkirina fikra parastina ekolojiya civakî ye.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.