Em li dij talana xwezayî rabin

Yekşem 7 Îlon 2025 - 16:00

  • Endamê Platforma Ekolojiyê ya Şirnexê Ahmet Başak ji bo çalakiya nobedê ya 9 û 10’ê Îlonê banga tevlîbûnê kir ku wê li dijî talankirian ekolojîk a li Botanê bê lidarxistin û got, “Li Cûdî, li Bestayê bi her awayî talan kirin. Li vê derê gundî, gel, her kesên li bajaran jî divê li ber vê talanê rabin. ”

Çalakiya herî girseyî ya demên dawî ya li dijî talanê bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk wê di 9-10’ê Îlonê de li Şirnexê pêk were. Piştî daxuyaniya ku saet di 13:00'ê de li navenda Şirnexê li Qada Cûmhûriyetê bê dayin, wê heta derveyî bajêr meşek bê lidarxistin. Li dû meşê girse wê li wesayitan siwar bibe, derbasî herêma Bestayê bibe û şevekê li qadê çalakiya nobedê lidar bixe. Ji bo meşê û nobedê bang tê kirin. Dayikên Botanî ji bo çalakiya ku wê du rojan dewam bike bi armanca piştevaniyê dest bi amadekirina nan kirin.

Endamê Platforma Ekolojiyê ya Şirnexê Ahmed Başak bang li civakê kir ku li hemberî talanê êdî bêdeng nemîne û bang li gelên Kurdistan û Tirkiyeyê kir ku xwedî li xwezayê derkeve û beşdarî çalakiyê bibe.

Ahmet Başak işaret bi madenkarî û talankirina xwezayê ya li Şirnexê kir û anî ziman ku ji bo gelê herêmê şert û mercê jiyanê zehmet bûye.

Ahmet Başak diyar kir ku hem xwezayê hem jî mirovan zerareke mezin dîtin û got, “Xwezaya Şirnexê xera kirin. Ji bo xelkê Şirnexê ne li binê erdê ne jî li ser rûyê erdê tiştek nehiştin. Hingî madenê derdixin çiya nehiştin, daristanên me dibirin. Li cihên ku sewal nekarîn bêne xwedîkirin mirov kêm bûn. Li quntara çiyê gund hebûn; sewalkarî dikirin, bi vî rengî debara jiyana xwe dikirin. Ji van gundan heta bi navçeyê darên fêkî gelekî zêde bûn. Mirovan berhemên hildiberandin bi hev diguhertin û bi vî rengî debara xwe dikirin. Li quntara çiyayê Cûdî gund hemû niha vala bûne. Piştî ku gund vala bûn mirov neçar man ku koçî metropolan bikin. Li wir jî hemaliyê dikin, xizan in. Li vê derê kêm mirov mane, ew jî mirovên extiyar in ku nikarin hilberînê bikin.”

Ahmet Başak ragihand ku berê li Çiyayê Cûdî bax û baxçe gelek bûn, lê belê îro ji ber madenê av çikiya ye, gundî nikarin zeviyên xwe bi têrkerî biçînin. Ahmet Başak got walî bi biryarên qedexeyê dibe sedema talanê.

Ahmet Başak destnîşan kir ku divê her kes li ber vê talanê rabin û got, “Li Cûdî, li Bestayê bi her awayî talan kirin. Li vê derê gundî, gel, her kesên li bajaran jî divê li ber vê talanê rabin. Em li hemberî vê yekê çalakiyan dikin, lê belê divê her kes piştgiriya vê pêvajoyê bike. Li Stenbolê, li Rojava dema ku şewat rû dide, dar tê birîn em li ber radibin, lê belê dema li Kurdistanê ev dibe, her kes xwe kor, ker û lal dike. Dixwazin Kurdistanê bike weke çolê. Em ê li ber vê yekê rabin û divê ev deng hîn zêde bibe, çalakî zêde bibe.” ANF/AMED 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.