Em naxwazin projeya talanê pêk bê

Yekşem 7 Îlon 2025 - 15:45

  • Tê plankirinkirin ku li ser qadeke 374 hektarî ya di sînorê Westan û Artemêtê de ye projeya tesîsê bê çêkirin. Li dijî projeya ku bandorek neyînî li jiyan û xwezayê dike bertek hat nîşandan.

Li taxa Îrç a girêdayê Westan a Wanê  tê xwsestin ku 4 tesîsên sanayiyê ya bi navê ‘projeya Herêma Organîze Sanayî ya Îhtîsas Besî ya Xwe Dispêre Çandiniyê ya Wanê) bê avakirin. Di  projeya ku piştî hilbijartinên 2019’an de bi tayînkirina qeyûman re bingehê wê hat avakirin de, Odeya Bazirganî û Sanayiyê ya Wanê (VANTSO), Borsaya Bazirganiya Wanê, Yekitiya Hilberînerên Goşt a Wanê, Yekitiya Gîhandina Sewalan, Serokatiya Kodînasyon û Şopandinê ya Razemeniya Wanê jî wek damezrîner cih digirin. Tê plankirin ku li ser 374 hektar qadî ya di sînorê Westan û Artemêtê de ye 186 kargeriyên dewar, tesîsa entegreya goşt, tesîsa biyogaz, fabrîqeya êm û tesîsa çerm bê avakirin. Lê welatî diyar dikin ku wê ev bandorek neyînî li ser jiyana wan bike.

Çend mijarên ku bi awayekî neyînî wê bandor bikin û okolojîstan jî îfade kirine wiha ne:

*Biyogaz a tê hilberandin wê bandorek neyînî li derdorê bike

*Fabrîqeya çerm wê bîhnek nebaş bide

*Di fabrîqeya çerm de ku wê madeyên kîmyewî bên bikaranîn de, wê av û derdor bi neyînî bandor bibe

*Wê kargeriyên biçûk ên sewalan ên herêmê biqedin

*Wê berhemên goşt û şîr bibin tekel

*Wê xurekên sewalan ên organîk bi neyînî bandor bibin

Welatiyên çarçoveya projeyê fêr bûn ji bo betalkirina projeyê bi EKO-DER’ê re kampanya îmzeyan da destpêkirin.

Em naxwazin projeya talanê pêk bê

Salîha Înanç da zanîn ku ew tesîsê naxwazin û got: “Di rewşa tesîs bê çêkirin de em ê koçber bibin. Bîhna tesîsê wê, me ji vir bike. Em naxwazin biçin. Nifûsa gundê me zêde ye. Wê gundên derdorê jî zirarê bibînin. Li vir nêzî du sed malî hene. Wê bi ku de biçin? Em nikarin biçin bajaran. Em naxwazin ev proje pêk bê. Wê zirarê bide me. Ev gundê me ye. Warê me ye. Erdên me ne.  Agahiya me ji projeyê tunebû. Divê ev proje bê betalkirin.” JINNEWS/WAN/NAZLICAN NÛJÎN YILDIZ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.