Xweza ji bo wan e jî

Nûçeyên Jiyan/Civak

În 18 Mijdar 2022 - 08:24

Pirr tiştekî xweşe ku meriv li nav daristanan bigere. Hewaya li xwezayê ji bo  bedena insan û her wiha ji bo tenduristiya insan gelek baş e. Hewceye insan li xwezayê bigerin û hewaya paqij bistînin. Derfetên hin kesan heye vê yekê bikin lê mixabin derfetên kesên berasteng kêm in. Gelek caran ew nikarin xwe bigihînin xwezayê û li wir bigerin. Ji lewma jî “Weqfa Aimee Copeland” li vê yekê fikiriye û ji bo kesên berasteng karibin li nav daristanê bigerin erebeyên bi zincîr çêkirine. Kesên berasteng dikarin li van erebeyan siwar bibin û bi dilê xwe li nav daristanê bigerin.

Li Gurcistanê li 11 eyaletan ev erebe hene. Naxasim jî li parkên ku weke daristanê ne. Kesên berasteng dema dixwazin li nav daristanê an jî li parkan bigerin dikarin bê pere van erebeyan bikarbînin. Erebeyên ku ji bo berastengan hatine sêwirandin (ATC an jî kursiyên zeviyan) pirr bi hêsanî dikarin herin her derî û li gor zehmetiyên di nav xwezayê de hatine sêwirandin. Lê ji bo berasteng bi awayekî ewle karibin bigerin divê kesekî din jî bi wan re ba da ku tiştek neyê serê wan.

TIFLÎS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.