Serokê Komeleya Dadger ya Kurdistanê Elî Bapîr da zanîn ku dewleta Tirk carek ji wan xwest PKK’ê weke terorîst bi nav bikin û got; “Min vê yekê red kir, lê nûnerên YNK û PDK’ê li wir gotin ew ê bi Mekteb Siyasiyên partiyên xwe re bişiwêrin.”

Elî Bapîr li Brîtanyayê di semînerekê de axivî û balkêşa ser hewldanên dewleta Tirk yên li dijî Partiya Karkerên Kurdistan PKK’ê û got; “Carek me bi Heme Hecî Mehmûd re serdana Tirkiyeyê kir, li wir em bi Wezareta Derve ya Tirkiyeyê re civiyan. Berpirsên Tirkiyeyê ji me xwestin em PKK’ê weke ‘terorîst’ bi nav bikin. Nûnerên PDK û YNK’ê li wir gotin, ew ê bi Mekteb Siyasiyên xwe re vê yekê bişêwirin.”
Elî Bapîr diyarkir ku wî di wê civînê de li ser daxwaza Tirkiyeyê got; “Pêwîstiya min bi şêwirê nake û ez li vir ji we re dibêjim. Ji ber ku PKK bi Tirkiyeyê re şer dike, ez PKK’ê weke ‘terorîst’ pênase nakim. Ji ber ku PKK parastinê li miletekî mezlûm dike. Ev bersiva min gelek zora wan çûbû.”

ROJNEWS/SILÊMANÎ