- Hunermenda ji Efrîkaya Başûr Zizipho Poswa weke mijara hunerê xwe pêşiyên xwe hilbijartine. Ew bi hunerê xwe di heman demê de rêûresmên berêî yên civaa xwe nîşan dine. Di pêşangeha xwe ya dawî de jî bi modelên porên jinên Efrîkî daketiye.
Zizipho Poswa ku hunermendeke ji Efrîkaya Başûr e, bi karê seramîk, tekstîl û sêwirandinê re mijûl e. Ev bi qasî 20 salan e ku ew bi vî karî daketiye û nexasim jî berhemên mezin çêdike. Ew her çiqasî ji seramîkê hez bike û berhemên hunerê wê seramîk bin jî, xwe ji malzemeyên din sil nake. Yanî ew ji bilî seremîkê, hin malzemeyên din jî bi kar tîne. Wê bi bronzê jî hin tişt ceribandine. Zizipho Poswa dema hunerê xwe çêdike, bêhtir li rabuhiriyê vedigere û çavkaniya wê çanda kevnar a gelê wê ye. Ew hîna piçûk bûye, wê ji huner hez kiriye û diya wê ev rê li pêşiya wê vekiriye. Zizipho Poswa ji bo diya xwe dibêje, “Wê afirîneriya min xurt kir. Dema hevalên wê dihatin mala me, ez bi dîwaran dadiketim û min tiştin xêz dikirin. Wê jî li hember vê yekê dengê xwe nedikir û ez serbest berdidam.”
Zizipho Poswa li zanîngehê jî di warê sêwirandina tekstîlê de perwerde bûye. Wê û çend hevalên wê, bi awayekî têgehî jî tekstîl nirxandine û di vî warî de her çûye şarezatir bûne. Lê di karên Poswa de hîsên cudatir hene, di karên wê de rabihurî û serpêhatiya dê û dapîr, bav û kalên wê hene. Wê ji rîtûel, ol û tesawûfê sûd wergiritye û nexwasim bi çanda civaka xwe “Xhosa” daketiye. Jixwe, pêşangeha wê ya dawî jî van gotinên me sererast dike, ji lewra navê pêşangeha wê “uBuhle boKhokho” ye, yanî xweşikiya pêşiyên me. Wê bi kîl û bronzê ango peykerên mezin şêwaza keziyên Efrîkî û poran şirove kiriye. Wê bi tevahî 12 şêwazên porên Efrîkî sêwirandiye û tevî seramîkê ew nirxandine.
‘Divê ez bi çi werim naskirin?’
Poswa dide zanîn ku huner ji bo wê her tim tiştekî bi taybet bûye û beriya kariyera wê ya huner ava bibe, jixwe ew bi karê seramîkê û her wiha hin karên din ên hunerî re mijûl bûye. Diya wê ya mamoste ku bergên kovaran disêwirandin, keça xwe di serê ewilî de rehet berda da ku bi ruhekî azad sêwirandinan bike û hunerê xwe kifş bike. Dema di sala 2017’an li Cape Town ji bo pêşangehekê wê vedixwînin ji xwe pirsekê dike; “Divê ez çawa û bi çi werim naskirin?” Piştî Poswa vê pirsê ji xwe dipirse, nasname û çanda wê tên bîra wê û ji xwe re dibêje; “Divê ez bi çanda civaka xwe werim naskirin. Nexasim jî ew jinên ku ez mezin kirim, divê ez hêz û qudreta wan nîşan bidim. Karên ku jinan dikirin, hêjayî nirxandin û şirovekirinê bûn.”
Bi çand û adetên berê dadikeve
Poswa di sala 2021’ê de li “Southern Guild Gallery” bi karekî xwe yê solo yê bi navê “İLoblola” derdikeve pêşberî xelkê. Ev navê ku li karê xwe kiriye, adeteke kevnar e ku êdî ew nayê cih û hatiye jibîrkirin. Li gorî çanda wan, beriya ku du kes bi hev re bizewicin ango wextê xwazgîniyê, malbata xortê ku dizewice ji malbata keçikê re çêlekekê yan jî conegayekî dike diyarî. Lê îro roj, êdî ev adetên kevn hatine jibîrkirin. Min jî ji diya xwe û apê xwe pirsî bê ka berê ev adet çawa pêk dihat û taybetmendiyên vê rîtûelê çibûn. Ji lewra êdî ji şûna tiştên wisa, xelk pereyan didin hev û çanda kevn ji holê rabûye. Lê min hîs kir ku xelk bêriya wan wextan jî dikin û ji ber vê yekê, min jî berê xwe da çanda xwe. Lê ji bo qiloçan çêkim seramîk rê nedida min, ji lewre min jî qiloçên ji bronzê çêkirin.
Poswa bêhtir li ser formên cihê disekine, ew dibêje, “Form jî ji bo min weke xêzê ne. Form bingehê karên min hemûyan in û ez vê yekê baş pêk tînim. Her wiha insan forman baştir dinirxînin. Vê yekê bala min kişand. Jixwe, zimanê hunerê min jî bi riya formên cihê xwe bi mane dike.”
Rêûresmên pêşiyan bi bîr tîne
Poswa ji bo pêşangeha xwe ya dawî ya bi navê “Ubule boKhokho” jî got ku peyva “ubule” îşaret bi xweşikiyê dike û peyva “boKhokho” jî tê maneya pêşiyan. Ji lewma wê ev nav li pêşangeha xwe kiriye da ku rêûresmên pêşiyên xwe nîşan bide û nehêle ew werin jibîrkirin. Poswa got; “Min xwest xweşikahiyê biparêzim. Her wiha sê nifşan bi hev re berê xwe da pêşangehê û ev tiştekî taybet bû ji bo min. Ez li gelek herêmên Efrîkayê li modelên cihê yên poran geriyam da ku karibim vê çandê baştir nîşan bidim.”
Di karên Poswa de bêhtir rengê reş li pêş e. Ew bi rengê reş hêza por jî nîşan dide. Wê berê bi rengên cuda kar kiribû lê ji bo karên xwe yê nû diviyabû guhertinekê bike. Her wiha ew dide zanîn ku rengê reş bêhtir li bronzê tê û berhem bi vî awayî zindîtir dibin.
Poswa li gel peykeran bi wênegiriyê re jî mijûl e. Wêneyên ku digire jî weke peykerên wê mezin in. Fotografên ku giritne jî bêhtir li ser formên seramîkê ne û di dema lêkolînan de wê ev wêneyên girtine.
NAVENDA NÛÇEYAN