Xweşhaliya we bi destê koleyan bû!

Nûçeyên Jiyan/Civak

Pêncşem 3 Mijdar 2022 - 02:20

Hunermendê Emerîkî Charles Gaines qederê 50 salî ye ku bi huner re mijûl e û ew li Emerîkayê fîgûrekî giring e. Hunerê xwe jî nexasim ji bo têgehên fîlozofî, estetîk û polîtîkayê bi kar tîne. Wî herî dawî li Emerîkayê projeyeke bi navê “The American Manifest” bi rê ve bir û bi vê xebata xwe balê dibe ser nijdaperestiya li Emerîkayê xwedî dîrokeke kevn e. Li gorî Charles Gaines nijadperestî bi awayekî sîstematîk dewam dike û divê ev pirsgirêk were çareserkirin. 

Wî xebata xwe “Moving Chains” (Zincîrên bi tevger) di çarçoveya projeya “The American Manifest” de çêkiriye li Girava Governors ya New Yorkê ye. Ev xebata wî ji çend beşan pêk tê. Ji bo ew vê xebata xwe bi dawî bike, 8 salan xebitiye. Ev peykerê mezin behsa “bazirganiya koleyan” dike. Peykerê diçibe înstalasyonê 110 metroyan dirêj e. Lê peykerekî ku di cihê xwe de disekine nîne, ew bi zincîran dilive û peykerekî kînetîk e. Derûdora zincîran ango derveyî peyker jî bi darên Efrîkî hatiye çêkirin ku ew jî dareke pirr qewî ye.

Hunermend Charles Gaines dibêje, “Min xwest ev peyker dijwariya koletiyê nîşanî xelkê bide. Ji bo sermayedar dewlemend bibin, koletî rewa nîşan didan. Kesên di bin van zincîran de dimeşin, bila bîr bibin ku dîrokeke koleyan ya bi vî awayî heye.”

NEW YORK

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.