Xweserî xewna wî bû

Çarşem 16 Tebax 2023 - 00:10

Di 15’ê Tebaxa 2018’an de dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya PDK’ê, Endamê Koordînasyona Civaka Êzidî Zekî Şengalî bi êrişeke hewayî kire armanc. Mam Zekî Şengalî piştî fermana 3’yê Tebaxa 2014’an berê xwe dabû Şengalê û şev û roj ji bo rê li ber fermana 74’an were girtin xebat meşand. Wî bi taybet kedeke mezin da yekîtiya civaka Êzidî, civaka Êzidî vegere ser axa pîroz û civaka Êzidî bibe xwedî hêza parastinê û xwerêvebirinê. Mam Zekî ji ber van xebatên pîroz hate hedefgirtin û şehîd bû.

Ew stûna civaka Êzidî bû

Hevserokê Desteya Rêvebir a Şengalê Xwedêda Ilyas, di 5’emîn salvegera şehadeta wî de behsa jiyan, kesayet û têkoşîna Mam Zekî kir. Xwedêda Ilyas anî ser ziman ku wî piştî fermana 2014’an Mam Zekî nas kiriye û wiha behsa wan rojan kir: “Mam Zekî di nav hêzên leşkerî de û her wiha di qada civakî de xebat dimeşand. Mam Zekî stûna civaka Êzidî, stûna tifaqa gelê me bû. Mam Zekî di nav wan şert û mercên zehmet de kar da meşandin, wî dîrok nivîsand ku ev dîrok nayê ji bîr kirin.’’

Fikrê Rêbertî bingeha xweseriyê ye

Xwedêda Ilyas diyar kir ku ked û xebata Mam Zekî û fikrê Rêber Abdullah Ocalan bûye bingeha Rêveberiya Xweser a Şengalê û wiha behsa hedefên Mam Zekî kir: “Hedefa Mam Zekî tifaqa civaka Êzidî bû, wî dixwest civaka Êzidî bibe yek fikir, yek ray. Wî pir hewl da ku aliyên siyasî komî serhev bike. Hedef û armanca wî vegera gel a Şengalê bû. Dijmin heya roja îro jî hewl dide ku vê îradeyê bişkîne, vê berxwedanê bide sekinandin, lê kes nikare îrade û fikra hatiye danîn betal bike. Êdî kes nikare civaka Êzidî bixe bin xizmeta xwe de.”

Pêşengên civakê dikin armanc

Hevserokê Desteya Rêvebir a Şengalê Xwedêda Ilyas got ku êdî ne mimkûne civaka Êzidî vegere beriya 2014’an û got;“Ji bo ku civaka me bê pêşeng bimîne fermandarên me hedef digirin. Însanê ku teslîm bûye çima hedef nagirin? Însanê ku bixwaze civaka xwe li ser piyan bigire wê hedef werin girtin. Îro, ew kesên ku rê li ber planên wan ên qirêj girtine hedef têne girtin.”

ROJNEWS/ŞENGAL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.