Xweserî man û neman e

Gulîstan ÇIYA ÎKE nivîsand —

Duşem 21 Kanûn 2020 - 23:00

  • Bê xwerêveberî û bê xweparastin qirkirina Êzdiyan nayê astengkirin. Jixwe dem û çaxê modernîteya kapîtalîst ji bo hemû nasname, bawerî û çandên li derveyî neteweyên serdest qirkirin e. 

Rojên dawî li pey hev şandeyên hevdîtinê ji Iraqê çûn Tirkiyê. Rojeva di navenda van hevdîtinan de belavkirin û têkbirina xwerêveberî û xweparastina Êzdiyan ya li Şengalê bû. Bê guman dema hevdîtina Tirkiye-Iraqê pêk tê, mutleq li ser PKK'ê jî axaftin çêdibe û çêbûye jî. Tirkiye jixwe di her hevdîtinê de PKK'ê dike mijara bazarê. Derdê Tirkiyê yê esasî ew e, têkoşîn û doza azadiyê ya Kurdan biperçiqîne û qirkirinê pêk bîne. Şengal jî ji ber vê sebebê di rojevê de ye. Ji ber ku Êzîdî nûnerên cewherê Kurdbûnê ne. Eger Êzîdî bigehin xweseriyê, cewherê Kurdbûnê dê were parastin. Wê demê Kurd hemû wê bibin xwediyê çavkaniyekê ku, bikarin hebûna xwe li ser kokên xwe yên çandî û civakî bidomînin.

Dewleta tirk ya dijminê Kurdan û qirker, ji ber ku bi vê rastiyê dizane Êzdiyên Şengalê ku çend sedhezar nufusa wan heye kiriye armanca êrişên xwe. DAIŞ'ê jî ji ber vê sebebê xwest li Şengalê koka Êzdiyan biqelîne, wan qir bike.

9'ê Cotmehê der barê Şengalê de di navbera Iraq û PDK'ê de peymanek çêbû. Esas hêza ku ev peyman ferz kir dewleta Tirk e. Iraqê tenê bi zexta PDK'ê ev peyman qebûl nekiriye. Bi peymana di navbera Iraq-PDK'ê de daxwaza dewleta Tirk pêk tê û bi vê ji bo qirkirina Êzdiyan şert û mercên xurt têne afirandin. PDK li vir bi navê dewleta Tirk tevgeriya ye û xwe xistiye pozîsyona kirêgirtî. Bêguman PDK jî dixwaze xwerêveberî û xweparastina Êzidiyan belav bike. Lê hêzek wiha ya PDK'ê tineye. Ji ber vê dibe berdevka dewleta Tirk ya xwediyê heman armancê ye.

Pêkhatina vê peymanê tê wê maneyê, Êzîdî wê bikevin nava nîzam û çerxa qirkirinê. Ji ber ku bê xwerêveberî û bê xweparastin qirkirina Êzdiyan nayê astengkirin. Jixwe dem û çaxê modernîteya kapîtalîst ji bo hemû nasname, bawerî û çandên li derveyî neteweyên serdest qirkirin e. Lewra gelek komên wekî civaka Êzîdî sedsalên dawî ji aliyê dewletên netewe ve hatine tinekirin. Ji ber ku bawerî û çandek kevnar e, tevî ku 74 Ferman, ango êrişên qirkirinê bi ser wan de hatine jî Êzidiyan kariye li ser piyan bimînin. Ji ber ku reh û rîşên xwe yên civakî pirr kûr in. Ji ber vê jî di serdema modernîteya kapîtalîst ya dijminê civakê de jî hebûna xwe parastine.

Lê di vê qonaxê de eger negehin jiyana xweser dê tine bibin. Bila ti Êzîdiyek xwe nexapîne!. Bila nebêjin me karî heta niha em hebin, em ê ji niha û şûnde jî bikarin hebin. Êdî hebûna wan girêdayî hebûna jiyana azad û xweser e. Ji ber vê sebebê divê bi hemû quweta xwe, li xweserî û xwerêveberiya xwe xwedî derkevin, wê himbêz bikin.

Divê Êzîdî bizanin ku ev pîlan ê dewleta Tirk e, ku xwediyê zêhniyeta DAIŞ'ê ye û 2014'an jî vê dewletê destek da DAIŞ'ê. Esas artêşa Iraqê daxwaza dewleta Tirk pêk tîne. Eger artêşa Tirk rabe êrişî Şengalê bike, wê dinya rabe ser piyan; ji ber vê Emerîkayê, Tirkiyê û PDK'ê bi hev re artêşa Iraqê ajotine ser wê derê. Hikûmeta Kazimî desthilatek bê îrade ye. Li şûna daxwazên civaka xwe pêk bîne, daxwazên dewleta tirk pêk tîne. Ji ber ku xuya ye, piraniya civaka Iraqê li dijî peymana 9'ê Cotmehê ye.

Serokwezîrê Iraqê Kazimî ji kesên nêzî xwe re gotiye 'ji bo ez li desthilatiyê bimînim, pêdiviya min bi serkeftinekê heye'. Xuya ye ku li gorî wî xeleka herî lawaz û ze'îf Şengal e. Lewma hewl dide vê daxwaza xwe li Şengalê pêk bîne. Ya rastî bi êrişbirina ser Şengalê Kazimî nîşan dide, ka pişta xwe dide kîjan hêzan û li ser piyan dimîne. Hikûmeta Kazimî bûye rehîneyê Emerîka û dewleta Tirk. Hikûmetek Kazimî di bin îpotekê de ye. Lê dibêje bi navê gelê Iraqê qerarê dide. Ti eleqeya vê bi rastiyê re tineye. Ji ber ku meclisa Iraqê jî ev peyman erê nekiriye.

Daxuyaniyên rayedarên dewleta Tirk pirr baş nîşan didin ku qerar û îradeyek ya Kazimî tineye. Di van daxuyaniyan de rayedarên Tirk gotin 'peymana 9'ê Cotmehê pêk tê an na, em dişopînin.' Jixwe Kazimî jî niha ji wan re gotiye, ka li Şengalê çawa gav davêjin. Tê bêjî Kazimî ne çûye hevdîtinê, lê çûye tekmîlê, an jî agahiyan bide Erdoganî, wisa tevgeriyaye. Jixwe Erdogan jî wekî kesek îradeya wî tine, Kazimî pêşwazî kir. Berê serokwezîrên Iraqê yên li hemberî Erdogan serî netewandî hebûn, Erdogan ji wan re gotibû 'ma hûn jî kî ne' û îradeya gelê Iraqê nas nekiribû. Vaye Kazimî rabûye çûye gel yekî wiha, ji derveyî tiştên jê re bike ti îrade nîşan nedaye. Li wir gotiye ku ew ê xwerêveberiya Êzidiyan belav bike.

Kazimî ev soz dan e. Lê dizane pêkanîna van sozan ne hêsan e. Ji ber ku desteka ti hêza siyasî ya Iraqê negirtiye, gelê Iraqê jî qebûl nake artêşê bajon ser serê Êzîdiyan. Ya rastî artêşa Iraqê jî naxwaze bi Êzîdiyan re were hemberî hev. Bi zorê ew ajotine Şengalê. Niha yê li Şengalê di rewşek bi hêz û quwet de, ne Iraq e. Êzîdî di rewşek bihêztir de ne. Wekî civakeke qirkirina DAIŞ'ê bi ser de hatî û wekî civakeke li dijî heman DAIŞ'ê liberxwedayî, têkoşîneke rewa û bi heq dimeşîne. Li hemberî civaka Êzîdî jî ew hêz hene ku dema DAIŞ hatî terka Şengalê kiribûn û Êzîdî di nava pencên Fermana 74'an de hiştibûn. Ji vî alî de heq jî û meşrûîyeta Iraqê jî tineye bikeve Şengalê. Divê Iraq spasiya gelê Şengalê bike û xwerêveberiya Êzîdiyan qebûl bike. Ev heq yê gelê Şengalê ye, civaka Êzîdî ev heq kiriye. Tenê bi gotina 'dewleta Tirk naxwaze' nikarin li ber xwerêveberiya Şengalê rabin.

Li aliyê din divê gelên dinyayê hemû û hêzên demokrasiyê li gel Êzîdiyan cihê xwe bigirin. Divê Iraq jî dest ji polîtîkayên şaş berde û artêşa xwe ji Şengalê vekêşe. Êzîdî jî divê hilweşandin û rûxandina xweseriyê wekî mirin û tinebûna xwe bibînin, bi vê fikrê li ber xwe bidin. Eger li xwerêveberiya xwe xwedî dernekevin, dê armanca DAIŞ'ê pêk were û ev dê bibe fermana dawî.

Bi hêviya ku bi desteka gelê Kurd û hêzên demokrasiyê Êzdîxana Xweser û azad ava bibe.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.