Xwerêvebirin bersiva fermanê bû

Duşem 17 Tîrmeh 2023 - 14:54

Di fermana 3’yê Tebaxa 2014’en de bersiva herî xurt a civaka Êzidî ya li dijî jenosidê, avakirina pergala Rêveberiya Xweser a Şengalê bû. Civaka Êzidî û gelên Şengalê ev 9 sal in li dijî ferman û hemû cûre êrişan pişta xwe dane hêza xwe ya cewherî. Şengal, ev 9 sal in bi hebûna vê pergalê jiyana xwe ji nû ve geş dike ku bi saya hebûna vê pergalê heya niha bi deh hezaran Êzidî karîne vegerin ser cih û warê xwe. Endam û rêvebirên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser a Şengalê jî avakirina vê pergalê weke bersiva herî xurt a li hemberî dijminên civaka Êzidî dinirxînin.

Em bi hêza xwe piştrast in

Endama TAJÊ Nafiya Mêşo bibîrxist ku beriya fermana 2014’an sazî û dezgehên civaka Êzidî nebûn û gavên destpêkê yên avakirinê wiha nirxandin: “Piştî fermanê di demeke kurt de Meclîsa Gel hate avakirin, ew meclis bû bersiva dijmin. Di bin banê vê meclîsê de sazî û dezgehên Şengalê çêbûn, li her gundek meclîsek ava bû. Li gor pêdiviyên civakê şaredarî ava bûn, Meclîsa Xweser a Jin ava bû. Hêzên parastinê YBŞ, YJŞ û Asayîşa Êzîdxanê ava bûn.”

Nafiya Mêşo da zanîn ku ger careke din fermanek bi ser civaka Êzidî de were, êdî hêza wan a xweparastinê heye û got;“Em dizanin careke din ferman were serê me, zarokên me ji pişt me baznadin, em ji zarokên xwe piştrast in.”

Li dijî fermanê xwerêveberî

Piştî fermanê, yek ji cihên ku meclîsa gel û saziyên Rêveberiya Xweser a Şengalê lê avabû Xanesor e. Hevserokê Meclîsa Gel a Xanesorê Şêx Celal jî destnîşan kir ku avakirina sazî û dezgehên cewherî bersiva civaka Êzidî ya li dijî fermanê bû û ew pêvajo wiha bibîrxist:“Di fermanê de, dema pêşmerge ji Şengalê reviyan kareset çêbû. Xelkê Şengalê ku di fermanê de li berxwe dayî; kal, pîr, jin û ciwan gihîştin biryarekî ku rêxistinek ava bikin. Ji bo rê li ber fermanan bigirin, Êzidî terka Şengalê nekin ev biryar hate girtin, biryara Rêveberiya Xweser hate girtin. Piştî vê biryarê, hêzên leşkerî hate avakirin, meclîsên gundan hatin avakirin. Piştre saziya şaredarî, çand-huner, tenduristî û saziyên din hatin avakirin.”

Guhertineke mezin çêbû

Şêx Celal destnîşan kir ku bi pêşengiya Mam Zekî û Seîd Hesenan bi kedeke mezin û berdêlên giran roj bi roj ev rêxistin hatiye avakirin û got:“Îro li her gundekî meclis, şaredarî, perwerdehî û saziyên din hene. Piştî Rêveberiya Xweser, guhertineke mezin li Şengalê çêbû. Ez bawerim ji îradeya Êzidiyan ditirsin ku Êzidî xwe bigirin, karibin xwe birêvebibin. Em bi wê hêviyê ne ku îro çend pirsgirêk û astengî hebin jî Rêveberiya Xweser dikare li ser lingê xwe bisekine, xelkê xwe birêvebibe.”

ROJNEWS/ŞENGAL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.