Xwepêşandan di roja 7’an de ne

Şemî 26 Tebax 2023 - 00:22

Navenda Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyeyê SOHR, diyar kir ku li herêmên cuda yên Siwêda û gundewarên wê xwepêşandan dewam dikin. Xelkê gundê Hot, gund û bajarokên din ên Siwêdayê bi dirûşma ‘Bi hev re ji bo tevgera aştiyane, ji bo welatekî birûmet’, xwepêşandan lidarxist. Di xwepêşandanan de banga hilweşandina rejîmê hate kirin.

Xelkê gund û bajarokên Siwêdayî ji bo beşdarî xwepşandanan a li navenda bajêr, ketin rê. Di nava wan de gelek jin û oldar jî hene. Di pankartan de nivîsên ‘Bimre Esed’, ‘Hilweşe rejîma sûcdar’, û ‘Ji me dûr bikeve, em dixwazin jiyan bikin.’ bal kişandin. 

Xwepêşandan rewa ne

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) têkildarî bêyerên dawî yên li bajarên Sûriyeyê daxuyaniyek da û got:“MSD bi baldarî geşedanên li bajarên Sûriyeyê û hêrsa civaka Sûriyeyê ya ji ber rewşa debarê, aborî û tunebûna îstîqrarê dişopîne. Civaka Sûriyeyê êşên şerê welat parçe kir û zêdetirî nîvê gel koçber kir, dikişîne. Lê desthilatdarên li Şamê li hember vê rewşa xeternak ti çare nedîtin. Ew yek di demekê de ku xizanî, gendelî û krîza debarê belav bûye, pêk tê. MSD piştgiriyê dide tevahî xwepêşandanên li bajarên Sûriyeyê. MSD çewisandina xwepêşandan û bikaranîna tundiyê li dijî welatiyan şermezar dike û bang li desthilatên ٍSûriyeyê dike ku rêzê ji mafên xwepêşandanên aştiyane re bigirin, girtî werin berdan, dest bi qonaxeke eşkere ku şerê li Sûriyeyê bi dawî bike; tê de pergala demokrasiyê tê avakirin û edalet ji tevan re pêk tîne, bike. 

Rejîm û dewleta Tirk xefikê datînin

Em guleavêtina li dijî xwepêşandêran bi tundî şermezar dikin û piştgiriya xwe ji tevgera aştiyane re nîşan didin. Kesên tevgerên aştiyane li Heleb, bajarên berava Sûriyeyê, Siwêda û Dera li dar dixin, dixwazin ku nekevin xefka nakokiyên desthilat û saziyên wê yên ewlehiyê, her wiha nekevin xefika pîlanên dewleta Tirk û amûrên wê yên îxwanî. Da ku mîna berê ev tevger nebin sedema êşên Sûriyeyiyan.

Helwêsteke neteweyî divê

Em tekezî girîngiya çareseriya siyasî ji bo giranbûna rewşa Sûriyeyê eşkere dikin. Her wiha kiryarên tundî, wêrankirina mozaîka civaka Sûriyeyê, binpêkirina mafên mirovan li herêmên di bin serweriya desthilata Şamê û herêmên dewleta Tirk dagir kirine de, şermezar dikin. Ev xwepêşandanên aştiyane rêya rast a ber bi armanca guhartinê û demokrasiyê  ne. Pêdiviya çareseriya krîzê bi helwesteke Sûriyeyî û zanabûneke neteweyî, heye. Her wiha pêdivî bi xebateke hevbeş a bidawîkirina şer û krîza mirovî heye. Em careke din piştgiriyê didin xwepêşandan û xwestekên xwepêşandêran û bang li tevahî Sûriyeyiyan dikin piştgiriyê bidin."

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.