Xweparastin pêwîstiyek jiyanî ye

Çarşem 4 Kanûn 2024 - 02:45

  • Şêniyên Tirbespiyê dan zanîn li dijî êrişên dagirkeriyê ew ê têkoşîna xwe mezin bikin û gotin:"Xweparastin bingeha avakirina civakeke demokratîk e ku bikaribe metirsiyên hundir û derve têk bibe û pêşî li hemû êrişan bigire.”

Şêniyên gundewarên bajarê Tirbespiye yê kantona Cizîrê, bal birin ser têkoşîna li dijî dagirkeriyê.

Welatiya bi navê Munîfe Seîd Cûma ya ji gundê Beyandûr der barê mijarê de got: “Xweparastin pêwîstiyek jiyanî ye, weke her pêwîstiyeke din, bi rêya xwepastinê em dikarin civaka xwe, gundên xwe û welatê xwe biparêzin. Me dît çawa bê berxwedan çend herêmên Sûriyeyê hatine dagirkirin, ev tişt girîngiya parastin û xweparastinê diyar dike.”

Welatiyê bi navê Ayid Xelîl ê ji gundê Hilwa jî teqez kir ku perwerdekirina civakê li ser xweparastinê di demên borî de encamên erênî pêk anîne, ji ber ew êdî dikarin gundên xwe biparêzin û jêhatîbûna xwe di vî warî de pêş bixin.

Ayid Xelîl bang li pêkhateyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir ku "Şerê gel ê şoreşgerî li hemû gund, tax û bajaran xurt bikin û li her komînekê dewreyên perwerdeyê bidomînin" her wiha bal kişand ku bi piştgiriya hêzên leşkerî dikarin ax û gelê xwe biparêzin.

Welatiya bi navê Muslima Hisên Bozo ya ji gundê Hilwa El Şêx ku cihê xwe di nava Hêzên Parastina Civakî de digire got: "Xweparastin bingeha avakirina civakeke demokratîk e ku bikaribe metirsiyên hundir û derve têk bibe û pêşî li hemû êrişan bigire.”

Muslima Hisên Bozo teqez kir ku pêwîst e jin destê xwe bidin hev li ser rêgeza şerê gel ê şoreşgerî û xweparastinê weke rêbazeke bingehîn a jiyanê pêk bînin.

ANHA/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.