- Tevî êrişên dijwar ên li dijî YBŞ û YJŞ´ê ew dibêjin, armanca êrişan şikandina îradeya civaka Êzîdî ye û ew ê ti carê gavê bi paş ve neavêjin: Ji bo parastina civaka me, çi pewîst bike, em ê bikin, ji ber ku em hemû berendamên şehadetê ne.
Fermandarê YBŞ'ê Tîrêj Şengalî li merasîma ji bo bibîranîna şehîdên Tebaxê axivî û got, "Ji bo parastina gelê me, çi pêwîst be em ê wê bikin. Ji ber ku her yek ji me namzetê şehîdan e."
Şervanên Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) bi boneya salvegera 8'an a Fermana 3'ê Tebaxa 2014'an û şehîdên Tebaxê li Şehîdgeha Şehîd Dilgêş û Şehîd Berxwedan merasîmek li dar xist. Di şexsê Şehîd Mam Zekî, Seîd Hesen û şehîdên nexweşxaneya Sikêniyê de, şehîdên xaka Şengalê hemû hatin bibîranîn.
Di merasîmê de li ser navê fermandariya YBŞ-YJŞ’ê Tîrêj Şengalî malavahiya wan hêzan kir ku di rizgarkirina Şengalê de ked û xwîn rijandine yên mîna gerîlayên HPG’ê, YJA STAR, şervanên YPG, YPJ. Wî got, “Civaka Êzidî, Tebax bi xwînê av daye. Dijmin û neyarê vê civakê her timî xwestine vê mehê pêşiya civaka me tarî bikin. Ferman û qetlîamên weke komkujiya sala 2007’an a Tilizêrê, ya 3’yê Tebaxa 2014’an a tevahiya Şengalê, di 15’ê Tebaxa 2014’an komkujiya Koço, 15’ ê Tebaxa hedefgirtina Mamê civaka Êzîdî Mam Zekî, di 16’ê Tebaxa 2021’ ê de hedefgirtina fermandarê YBŞ’ê û hevreyên me Seîd Hesen û biraziyê wî, 17’ ê Tebaxê de komkujiya nexweşxaneya Sikêniyê. Ev hemû bûyerên bi êş in û ti carê nayên jibîrkirin.
Ferman talîmata xweparastinê ye
Ev bûyer hemû ji bo me talîmat e ku em karibin wek YBŞ’ê û YJŞ’ê xwe mezin û xurt bikin, da ku em civaka xwe bê parastin nehêlin. Bûyera herî bi êş jî di vegera salvegera komkujiya Koço de hedefgirtina mamê civaka Êzîdî, Mam Zekî bû. Dijminê civaka me ti carê naxwaze ev civak bibe xwedî pêşeng û xwedî îrade. Rola Mam Zekî di vê civakê de radibû, rolekê tifaq û yekgirtinê bû. Hedefgirtina Mam Zekî hedefgirtina îradeya civaka Êzîdî bû."
Êrişên li dijî îradeya civaka Êzîdî
Fermandar Tîrêj Şengalî îşaret bi pîlan, dek û dolabên vê dawiyê kir û wiha peyivî: "Di van salan de gelek plan û lîstik li ser hêzên me hatin meşandin. Gelek plan jî bêyî ku îradeya civaka me nas bikin, pêk anîn, peymana 9’ê Cotmehê jî dewama fermana 3’yê Tebaxê bû. Ev tifaq nasnekirina îradeya civaka Êzîdî bû. Bi vê re xwestin pêşengên civaka me hedef bigirin û fermandarê me Seîd Hesen şehîd xistin. Ji bo vê yekê hedefgirtina fermandarê me Seîd Hesen bi destê dewleta Tirk pêk hat. Heger em bibêjin, ferman tenê bi destê DAIŞ'ê hat kirin, ev ê ne rast be."
Fermandarê YBŞ Tîrêj Şengalî di dawiyê de got, "Civaka Êzîdî piştî fermanê ne wekî civaka berî 2014’an e. Civaka Êzîdî hişyar bûye, bûye xwedî îrade û fikr, da ku karibe xwe biparêze û hesab bixwaze. Wekî YBŞ’ê û YJŞ’ê, di van salan de gelek êriş li dijî me çêbûn, armanca van êrişan jî şikandina îradeya civaka Êzîdî ye. Bi van êrişan em ti carê gavê bi paş ve naavêjin. Ji bo parastina civaka me, çi pewîst bike, em ê bikin, ji ber ku em hemû berendamên şehadetê ne."
Di dawiya merasîmê de şehîdên fermanê û berxwederên rizgarkirina Şengalê hatin bibîranîn. Merasîm bi sloganên “Bijî Serok Apo” û silavkirina gorên şehîdên Şengalê bi dawî bû.
ROJNEWS / ŞENGAL