Xwendekar li ser heqiyê ne

Çarşem 24 Mijdar 2021 - 23:07

  • Xwendekarên Silêmanî, Hewlêr û navçeyên wan xwepêşandanên xwe dewam dikin. Aliyên civakî hemû destekê didin daxwazên xwendekaran, lê hêzên asayîşê li Hewlêr û Silêmaniyê êrişî xwendekaran kir.

Çalakiyên xwendekaran li Başûrê Kurdistanê dewam dikin. Li Hewlêr û Silêmaniyê 
asayîşê êrişê xwendekaran kir. Ji alimên dînî, heta bi mamosteyên zanîngehan, heta partiyên siyasî jî dibêjin ew destekê didin daxwazên xwendekaran. Parlamen jî çav li rê bû li ser mijarê bicive.  

Çalakî û nerazîbûnên xwendekaran ên li dijî nebûna xizmetguzariyan û nedana xerciya mehane didome. Xwendekarên Beşa Tibê li Hewlêrê xwestin xwepêşandekê li dijî nedana xercî û nebûna xizmetguzariyan li dar bixin. Lê hêzên asayîşa PDK´ê deriyê zanîngehê bi ser xwendekaran de girt û rê neda ku ji hewşa zanîngehê derkevin. Nîvrojê li Hewlêrê xwendekarên Beşa Tibê li nava hewşa zanîngehê kom bûn û xwestin xwepêşandanekê li dar bixin.

Lê hêzeke zêde ya asayîşê dor li zanîngehê girt û deriyê zanîngehê bi ser xwendekaran de girt. Asayîşê rê neda xwendekar çalakiya xwe derxin derveyî kampûsa zanîngehê.

Li Silêmaniyê jî asayîşê êriş kir

Mîna Hewlêrê, li Silêmaniyê jî hêzên asayîşê destûr nedan xwendekar ber bi walitiya bajêr ve bimeşin. Polêsan bi bombeyên gazê êrişî xwendekaran kir.

Sibehê xwendekarên zanîngeh û peymangehê yên Silêmaniyê kom bûn û xwestin heta ber walitiya bajêr bimeşin.

Lê hêzên asayîşê bi bombeyên gazê êrişî xwendekaran kir û rê neda xwendekar ji zanîngehê derkevin.

Hêzên asayîşê wekî din destûr neda saziyên çapemeniyê çalakiya xwendekaran bişopînin.

Lê komek xwendekarî karî çalakiya xwe bikin û ber bi navenda bajêr ve bimeşin. Xwepêşandêran xwe gihand meydana navendî Sara û li vir jî asayîşê bombeyên gazê avêtine wan. 

Li Soranîê jî xwendekaran doza mafê xwe kir

Xwendekarên Zanîngeha Soran jî li dijî nedana xercî û nebûna xizmetguzariyan dest bi xwepêşandanê kir.

Piştî li gelek cihan xwendekar li dijî nedana xerciyê û nebûna xizmetguzariyên li nava malên xwendekaran xwepêşandan li dar xistin, hikûmetê doh biryar da, budceyekê ji bo xizmetguzariyên nava malên xwendekaran û xwendekarên dest teng veqetîne.

Lê vê biryara hikûmetê nekarî bi temamî daxwazên xwendekaran bi cih bîne. Piştî biryarê careke din xwendekarên Zanîngeha Soran dest bi xwepêşandanê kirin doh. Xwendekar dibêjin, heta daxwazên wan bi temamî bi cih neyên, ew ê çalakiyên xwe dewam bikin.

Doh wekî din li Helebce, Ranya, Çemçemal, Kelar, Kifrî û Koye jî xwepêşandanên xwendekaran hebûn. 

Mamoste jî li gel xwendekaran in

Li Çemçemalê mamostayên zanîngehê piştgirî dan daxwazên rewa yên xwendekaran ku ev 4 roj in ji bo mafên xwe xwepêşandanan dikin.

Li navçeya Çemçemalê ya ser bi Silêmnaiyê doh jî xwendekarên Zanîngeha Çermo û Peymangeha Werzîşî ji bo daxwazên xwe li meydanan bûn. Mamostayên zanîngehê piştgirî dan daxwazên rewa yên xwendekaran.

Mamostayê Zanîngehê Ako Xalîd yek ji wan mamosteyan bû ku destek da xwendekaran. Ako Xalid daxwaz ji hêzên asayîşê kir ku xwepêşandêran biparêze û desteya wezîran biryarê di berjewendiyên xwendekaran de bide.

Melayan jî destek da xwendekaran

Hejmarek melayên Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê piştgirî da daxwazên xwendekaran û bang li hêzên ewlehî û desthilata Herêma Kurdistanê kir da ku guh bidin daxwazên xwendekaran û zilmê li xwendekaran nekin.

34 melayan di daxuyaniya xwe de daxwaz ji hersê serokatiyên herêmê kir, da ku beriya ku rewş ji kontrolê derkeve, guh bidin daxwazên xwendekaran û daxwazên wan bi cih bînin.

Parlamenê komîsyonek ava kir

Di rûniştina doh ya parlamena Herêma Kurdistanê de lijneyek ji bo lêkolînkirina daxwazên xwendekaran û aloziyên di xwepêşandana Silêmaniyê de rû dan, ava kir.

Hate gotin, komîsyon ji lijneyên navxweyî, lijneya perwerde, Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî pêk tê.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.