- Hevseroka Komeleya Lêkolînên Kurdî, Leman Elmas, bi bîr xist ku êrişên li dijî Kurdî di dema AKP'ê de zêde bûne û got, "Divê em bi pratîka xwe, bi xwendinê, bi axaftinê û nivîsandinê xwedî li zimanê xwe derkevin."
Hevseroka Komeleya Lêkolînên Kurdî, Leman Elmas, bi bîr xist ku êrişên li dijî Kurdî di dema AKP'ê de zêde bûne û got, "Divê em bi pratîka xwe, bi xwendinê, bi axaftinê û nivîsandinê xwedî li zimanê xwe derkevin."
Ji roja ku komara Tirkiyeyê hatiye avakirin heya niha polîtîkayên qedexeker û bişavtinê yên li hemberî çand û zimanê Kurdî didomin. Herî dawî jî li Wanê dikandar Haci Tûnç, ji Serokê Gitşî yê Partiya Guherandinê (TDP) Mûstafa Sarigul re gotibû, "Ev der 2 hezar sal berê Kurdistan bû. Dê cardin Kurdistan be." û hatibû girtin.
Leman Elmas, zextên li ser Kurdî nirxandin û got, êrişên li dijî Kurdî û polîtîkayên tinehesibandinê, di dema AKP'ê de pirr zêde bûne. Elmas xwest, li dijî van zextan her kes xwedî li zimên derkeve: "Em divê bi pratîka xwe, bi xwendina xwe, bi axaftina xwe xwedî li ziman derkevin. Em bi vê xwedîderketinê re dikarin pêşî li ber van zextan bigirin. Li saziyên me dersên Kurdî tên dayîn. Gelê me dikare tevli van dersan bibe. Dikare zimanê xwe bi pêş ve bibe û xwedî li Kurdî derkeve."
MA/STENBOL